27 oktober 2021

Di nav hingivê neyar da kane jahr jî hebe

Dijminê me ji bo ku kîn û nefreta di dilê me da vemrîne,
ji bo ku micadela me ya azadiyê û serxwebûnê rawestîne, ji bo ku xwe bi me şîrîn bike,
ji bo ku me bike dost, heval û xulamê xwe her riyê,
her metodê diceribîne.

Dijmin carnan zorê, carnan bertîlê, carnan zarekî şîrîn û ruyekî bi ken, carnan jî ”şekirekî” bi jahrî îkramî me dike. Hinekên pûlperest û çilek zû dixapin, tavilê xwe çindî ser ”şekirê” bi jahrî dikin û radidin devê xwe û dest bi reqlama wî ”şekirê” bi jahrî dikin.

Ew jahrdadayî bûne haya wan ji wan tune, dixwazin wî ”şekirê” bi jahrî bi kesên din jî bidin xwarin. Ji bo ku her kes bi destê dijmin wek wan jahrdadayî bibin.
Guh nedin gotinên neyar ên şîrîn, di nav hingivê neyar da kane jahr jî hebe.

XXX

Pêşiyên me belasebeb negotine "bi gur be ji bo ku gur te nexwe."

Ji bo ku pêşiyên me ne gur bûn, guran ew xwar in û welatê wan ji wan sitendin.

Û ji bo ku em jî ne gur in, nikanin bi gur bin gurên faris, ereb û tirk tim me dixun, em nêçîra wan a herî rehet in.

 

XXX

Carnan ez qala kalîtiyê û hin gelşên wê dikim. Hin nas û dostên li derekê rastî min tên ji min ra dibêjin, ”Zinar ma te xêr e, tu ji kalîtiyê hewqas gazinan dikî? Ma qey tu dixwazî cara kal nebî?”

Bi Xwedê hûn çi dibêjin hûn bi kêfa xwe ne, lê pêşiyên me jî gotine heyfa ciwaniyê kalbûn li pê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE