27 oktober 2021

Piştgirî muhîm e


Heger meriv bixwaze her kes kane li gorî qeweta xwe alîkariyê bi weşanxaneyên kurdî ra bike.

Her kurd bi kirîna kitêbek, du kitêbên kurdî kane ji weşanxane û nivîsêkarên kurd ra bibe alîkar.

Bi vî hawî ewê bazara kitêbên kurdî geş bibe û nivîskarên bi kurdî dinivîsin jî ewê zêde bibin.

Dema nivîakarên kurd jî wek yên tirk bi kitêbên xwe debara xwe bikin, ewê xwe bidin nivîsîna bi kurdî.

Ne şert e hûn her kitêbê bixwînin, hema ji bo alîkariyê bikirin û deynin kitêbxaneya xwe.

Ya jî kitêbên kurdî bikirin û diyarî bidin xortekî, zarokekî merivê xwe, bide zarokê cîranê xwe. Bi 30, 40,50 tl yî hûn feqîr nabin.

Kitêba min”Hebû tune bû, Antolojiya çîrokên zarokan” 340 rûpel e, bi cild e, rengîn e, bi risim e, buhayê wê 60 tl ye. Yanî pir erzan e, perakî pir hindik e.

Her kes kane bikire û diyarî bide xortekî, zarokekî. Li Swêd kitêbeke wiha li dora 30 Dolarê Amerîkî ye.

Yanî meriv bixwaze, bîr bibe kane bi perakî hindik destegê bide weşanxane û nivîskaran û bi vê tiyê nivîsandina bi kurdî teşwîq bike.

XXX

Xelk 10, 20, 30, 40 salî ya nivîskariya xwe bi helahela pîroz dike.

Ez radikevim, min nizanîbû temenê nivîskariya min 40 jî derbas kiriye, bûye 41.

Bi xêra Weşanxana Dara ez bi vê yekê hay bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE