27 oktober 2021

Kî neyarê kurdan be tirk jê hez dikin û rayê didinê

Sebebê yên wek Bahçelî û Erdogan hîn li ser hukim in û kanin vê zulmê li me kurdan û li piraniya tirkan bikin dijminatiya wan a bi kurdan ra ye.

Ji ber ku Bahçelî û Erdogan dixwazin koka kurdan biqelînin tirk ji wan hez dikin û rayên xwe didin wan.

Ne ev irqçîtî û neyartiya kurdan be tirk Bahçelî û Erdogan nakin serokên xwe û Tirkiyê teslîmî wan nakin. 

Sibe li Tirkiyê referandûmekê çêbikin, bibêjin hûn birçîbûnê, bêkariyê, bihayiyê û zulma Erdogan dixwazin ya jî bira dawî li vê rejîma zalim were û hûn zengîn bibin û di nav refahê da bijîn?
Lê bi vê yekê ra kurd jî li Sûriyê ewê bibin xwedî dewlet. Hûn kîjanê dixwazin?

Ji sedî 99ê tirkan ewê bibêjin, bira li tu derê Kurdistan çênebe, em birçîbûnê jî, parsê jî û dîktatoriya Erdogan jî heta ew sax be qebûl dikin.
Çimkî ji bo tirkan neyartiya kurdan, çênebûna Kurdistanê ji her tiştî muhîmtir e, ji bo ku kurd bindest bimînin û Kurdistan çê nebe her tirk kane her zulmê qebşl bike, kane çavekî xwe derxe.

 

XXX

Pêşiyên me belasebeb negotine "bi gur be ji bo ku gur te nexwe."

Ji bo ku pêşiyên me ne gur bûn, guran ew xwar in û welatê wan ji wan sitendin.

Û ji bo ku em jî ne gur in, nikanin bi gur bin gurên faris, ereb û tirk tim me dixun, em nêçîra wan a herî rehet in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE