28 oktober 2021

Buhayê peyvê

Zîrekê biçûk hin gotinên ne xweş fêr bûbûn. Pîrika xwe aciz kir, jê ra got:

-Heger tu sozê bidî pîrika xwe, tu yê careke din vê gotina pîs negirî devê xwe, ezê pênc lîreyî bidim te.

Zîrek got:

-Pîrê, ez gotineke din jî zanim, lê ew hinekî buhatir e.

 Xeta

Keçikê ji diya xwe pirsî:

-Dayê, di azibiya xwe da, berî tu bizewicî te bi kesî ra qet flort kir?

Diya wê got:

-Erê keça min.

-Ê te qet xeta kir ya na?

Dê got:

-Erê çawa, bi bavê te ra zewicîm...

Timakarî

Diz ketibû dikana Salamonê cihû, lê dixebitî kasa pera veke. Salomon li ser dikanê radiket. Bi teqereqê ra deng çûyê. Rahîşt dabança xwe û daket jêr. Gava diz dît, pê da qîriya, got:

-Tevmelive, ya na te li wir temam dikim.

Diz Salomon baş nas dikir, zanîbû merivekî tima ye. Xwe netertiland, jê ra got:

-Ez wê dabançeya te bi hezar lîreyî dikirim, tu qebûl dikî?

Salomon nerm bû û sîleha xwe dirêjî diz kir, got:

-Min da û çû, a ji te ra xêra wê bibîne...

 

Tahtîl

Bavê bi meraq ji lawê xwe yê biçûk pirsî:

-Lawê min, tu li dibêstanê çi dikî, halê te çi ye?

Lêwik milê xwe hil kir, got:

-Tiştekî nakim, li bende tahtîlê me. Hefteyek maye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE