28 oktober 2021

Neynik

Xanimê ji xizmetkara malaê pirsî:

-Peyê min do bi şev gav hat mal serxweş bû ya na?

Keçikê got:

-Wele ez wiya baş nizanim, lê belê ji bo ku xwe nas bike, bizanibe ew kî ye ji min neynikek xwest.

 

Devê xwe venake

Du hevalên navsale li meyxanê him vedixwarin, him jî ketibûn sohbetek germ. Şev zîz bûbû. Yekî ji yê din pirsî, got:

-Bi şev gava tu dereng diherî mal, ji xanima xwe ra çi dibêjî ?

Hevalê wî got:

-Wele gava ez dereng diherim ez devê xwe venakim, tiştekî nabêjim. Ew dipeyive, bi min da diqehere, ez lê gudarî dikim.

 

Miswede

Mêrik û xanima xwe ketibûn gewrîya hev, pevdiçinîn. Mêrik bi hêrs ji jinikê ra got:

-Mêr ji jinê muhîmtir e. Ji bo wê jî Xwedê teala jî ew berî jinê xuliqand.

Jinikê got:

-Tew, hela tu bala xwe bidî vî aqilî. Ma tu nizanî ji bo çêkirina eserekê berê meriv miswedeyekê çêdike.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE