29 oktober 2021

Tirk bi payinê kevzikî bûne !

Medyaya tirk bi pûntoyên mezin gotiye, “çavê her kesî li hevdîtina Erdogan-Bîden e” !

Baş e ku negotine çavê dinyayê li vê hevdîtinê ye. Rûniştina Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra ji bo tirkan zafereke mezin e, lema ji nuha da hewqasî mezin dikin û mizgîniyê didin tirkan.

Tirk pir reben in xwe pir biçûk dibînin. Ji ber ku Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Sullîvan gotiye:
 “Ez texmîn dikim Bîden û Erdogan ewê di civîna Glasgowê da hev bibînin”.
Ji ber vê gotina Sullîvan tirk dikin bifirin, ev xeber bi pûntoyên mezin nivîsîne, ji nuha da mizgîniyê didin tirkan, dibêjin Bîden ewê bi Erdogan ra bipeyive, "çavê her kesî li vê civînê ye."

Hîn çend roj ji civînê ra heye, serokê Amerîkayê Joe Bîden jî soza hevdîtinê nedaye Erdogan, lê tirk dîsa jî ji kêfa îhtîmala Erdogan ewê bi Bîden ra rûne dikin  bifirin.

Yanî rûniştina bi Joe Bîden ra ji bo tirkan hewqasî muhîm e, ji bo ku Bîden silavekê bide Erdogan û pê ra rismekî bigre şalûziya nekirin nema, serê mehan e dixebitin, lobîst xistine nabênê.

31 sal e li Swêd im min qet nedîtiye medya swêdî bi rojan berî civînekê, serokwezîr di civînê da ewê kê bibîne, bi kê ra bipeyive, bike xeber.

Di civîneke NATOyê da, di civîneke navnetewî da serokên dewletan tên ba hev, silavê didin hev, bi hev r adipeyivin. Ev tiştekî normal e. Ev ne hedîseyeke mezin e ku meriv bike xeber. Lê ji tirkan ra bûyereke mezin e, Bîden dike bi Erdogan ra rismekî bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE