29 oktober 2021

Em kurd in, navê welatê me Kurdistan e !

Cemîl Taşkesen bi mêraniya xwe sîleyek bi tîn avêt ji belka guhê dijmin da, bi sîleya xwe dijmin zîz kir. Dibê em vî xweşmêrî bi tenê nehêlin, lê xwedî derkevin.

Gerek partiyên kurdî giş bi hevra bi beyaneke mişterek gotinên Cemîl Taşkesen dubare bikin, bibêjin Cemîl Taşkesen rast gotiye "em kurd in, navê welatê me Kurdistan e."

Dibê em vê şîarê bikin tevgereke mezin û berfire. Partiyên kurdî, parlamenterên kurd kanin pêşengiya vê tevgerê bikin.

 

XXX

Dibê her kurd wek Cemîl Taşkesen bibêje ez kurd im û navê welatê min jî Kurdistan e !

Kurdekî bi navê Cemîl Taşkesen do li Misircê (Kurtalanê) ji Meral Akşenerê ra got "em kurd in û ev der jî Kurdistan e" hatiye girtin.

Di serî da serok û berpirsiyarên partiyan, parlamenterên kurd û her kurdê bi xîret di medyaya sosyal da bibêje ”ez kurd im û navê welatê me jî Kurdistan e.”

Dibê bi sedhezaran kurd bi dengekî bilind vê şîarê bibêjin û di medyaya sosyal da belav bikin.

Parlamenter û partiyên kurdî dibê pêşengiya vê tevgerê bikin, dibê em vê tabûya tirkan bi darê zorê li ser me ferz kirine bişkînin.

Dibê parlamenterên kurd, partiyên kurd, ronakbîrên kurd Cemîl Taşkesen bi tenê nehêlin, bi sedhezaran peyva Cemîl Taşkesn dubare bikin. Ev yek wecibê her kurdê xwedî xîret e.

 

XXX

Xwedê sebrê bide kurdên li Tirkiyê dijîn. Îro 29 cotmehê ye, tirk dîsa dîn bûne.

Tirkiye nuha cahnimeyeke rastîn e, nuha erd û ezman sor dikin, her der bûye gola xwînê.

Pan-tirkîzim, irqçîtî, faşîzim û neyartiya kurdan ji her derê difûre. Miletekî wiha nexweş e !

 XXX

Bi berdana Cemîl Taşkesen kêfxweş bûm. Qewet di yekîtiyê da ye. Dibê em tim bi rengî li hev xwedî derkevin.

Ji ber sebebên cuda her kurd nikane, newêre gotinên Taşkesen dubare bike. Ez viya fêm dikim.

Lê bi hezaran kes hene him kanin û him jî gerek bêyî çiv û hîlebazî bibêjin welatê me Kurdistan e û xwe otosansor nekin. Her parlamenterê, parlamentera kurd, her serok û berpirsiyarên partiyên siyasî, ronakbîrên kurd gerek tu carî navê welatê xwe sansor nekin. Ancax bi vî rengî em kanin vê tabûya tirkan hilweşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE