30 oktober 2021

Payiza rengîn xweş e lê karê wê zor e


Îro roja paqijiya taxa me bû. Ez, xanim û lawkê me yê biçûk Rojan, me her siyan zend û bendên xwe vemaltin, me rahşt tirmix, şirt, meqes, bireka û ereboka xwe û em kişyan ber kar.

Saet ji 09.00a heta 11.30 me pişta xwe rast nekir. Ez gelkî westîyam, lê wek dibêjin paqijî ji îmanê ye, me dor mala xwe baş paqij kir.

Problem do, pêr baran bû, pel bi erdê ve zeliqî bûn, topkirina wan gelkî zor bû. Xişt û bere xişt, lê top nedibûn.

Cîranên me yên ereb, îranî û pakîstanî hene, wek gayê zexel yek jî nehatin paqijiyê. Berê sê mal tenê xerîb bûn, yên giş swêdî bûn. Swêdî mêrikan her sal giş bi dûzan dihatin paqiya xwe dikirin. Lê swêdî mirin û ereb ketin dewsa wan, ew jî sextekar in, nayên.

Berpirsiyarê komelê got min yek bi yek li derîyan xist, min got werin paqijiyê, lê nehatin.
Her sal eynî gels e, çend kes dixebitin, lê piranî roja paqijiyê ji malên xwe dernayên. Însan şerm neke kane pir bêexlaq be.

Me di kongreya komelê da çend caran got yên neyê paqijiyê dibê were cezakirin lê ereb, tirk, pakîstanî li dij derdikevin, lema biryar nayê girtin.

Piştî me pqajî qedand, me girîl kir, em kişiyan ber sosîs û hemburger û qahwe û kek. Hinekên nehatibûn paqijiyê zarokên xwe şandin xwarinê û vexwarinê. Belkî ew bi xwe jî hatibûn, ez gişan nas nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE