31 oktober 2021

Îhtîmala Bîden û Erdogan li hev bikin ji ya nelihevkirinê zêdetir e

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Romayê ewê bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra hevdîtinekê bike.

Ji nuha da ez zanim ewê ji Joe Bîden ra çi bibêje. Ewê bibêje, alîkariya kurdên Kurdistana Rojava nekin, hûn çi bixwazin me qebûl e.

Ji bo ku Amerîka dev ji alîkariya kurdan berde tiştê tirk qebûl nekin, tiştê tirk nedin tune ye. Amade ne her daxwaza Amerîka û Rûsyayê qebûl bikin.

Ne faris, ne jî ereb di dijminatiya kurdan da avê li destê tirkan nakin; tenê zor, bêçaretî kane çêbûna Kurdistanê bi tirkan bide qebûlkirin, wekî din rê tune, bi rehetî ne mimkûn e.

Gelo Erdoga û Bîden ewê li hev bikin?

Bi baweriya min îhtîmala lihevkirinê ji ya nelihevkirinê zêdetir e. Çimkî tirk amade ne her daxwaza Amerîkayê qebûl bikin, bi sedan balafir ji Amerîkayê bikirin. Yanî li ortê perakî pir mezin heye. Lema jî îhtîmala amerîkî nerm bibin û bi tirkan ra li hev bikin zêde ye. Hêvî dikim li hev nekin, lê pir ne emîn im.

 

XXX

 

Serokê mezin Recep Tayyip Erdogan ji bo ku bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra riskemî xwe bigire pir pa, pir kercal kir, gelek kes xist nabênê. Lê nîhayet îro gihîşt miradê xwe, bi Joe Bîden ra rismekî xwe girt. Êdî mirin jî ne xem e.

Îro li Romayê bi Joe Bîden ra girtina rismekî bû nesîbê serokê mezin. Ji zû da bû bi bêsebrî li bende vê rojê bû. Axir dawiya dawî îro li Romayê Bîden lê hat rahmê û ew bi vî hawî jî gihîşt mexsed û miradê xwe.

Şelafên wî pir dilşa û bextewar bûne, risim li pey risim belav dikin, ji bo risman sernivîsên şaîrane nivîsîne.

 

XXX

Balafirên Rûsyayê li Idlibê meqerên çeteyên Tirkiyê bombebaran kirine, tirk nikanin bersîvé bidin rûsan, ji dêlî wê va çend gundên Tiltemirê yên Kurdistana Rojava bombebaran kirine.

Her cara Rûsya û Amerîka li çeteyên Tirkiyê dixin, ew heyfa wan ji kurdan digrin, ji dêlî wan li kurdan dixin.

Yanî hewqasî namerd in, nikanin bi rûsan, çavê wan me dibrre, ji dêlî rûsan li me dixin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE