31 oktober 2021

Li Tirkiyê mûz bû bela serê ereban

Dewleta Recep Tayyip Erdogan 11 erebên mûz eşkere xwaribûn û di ser da jî rismên xwe di medyaya sosyal da belav kiribûn ji Tirkiyê qewitandine.

Li gorî dewleta Erdogan nabe erebek mûzê eşkere bixwe û rismê xwe di medyaya sosyal da belav bike.

Ev yek tevgereke li dijî qanûnên Tirkiyê û demokarasiya tirka ye. Lema jî erebên ev sûcê giran kirine ji Tirkiyê dersînor kirine.
Vê hêrsa tirkan wiha dest pê kir:

Tirkekî ji erebên Sûrî ra gotibû, ”ez nikanim mûza bixum, lê hûn bi kîloyan dikirin.”

Li ser vê, çend xortên ereb jî wek henek vîdeoyên mûzxwarinê belav kiribûn.

Miletê tirk û dewleta wan ev heneka çend keç û xortên ereb wek heqareta li miletê tirk û serîhildana li hemberî dewletê telaqî kirin.

Hêzên pûlis tavilê li hemberî kesên vîdeoyên mûzan belav kiribûn ketin hereketê, ji 31 kesên tespît kirine 11 girtine û dersînor kirine, şandin Sûriyê.

Gerr û taqîbata 20 kesên mayî jî li seranserê Tirkiyê dom dike.
Li gorî agahiya MITê daye medyayê hinekên wan li derveyî welêt in, hinekan jî xwe veşartine. Lê pûlis bênabên li dû wan e.
Erebên feqîr tu sşc nekirine, tenê hinekan mûzek kirine devê xwe û hinekan jî çend mûz dane destê xwe. De îcar sûcê vê çi ye?
Ma dibê ereb mûza bi dizîka bixun?
Çi îşê we jê ye, kî çawa dixwe bira bixwe.
Mêrikê ereb nikane bêyî mûz bijî, dibê her roj çend mûzan bixwe. Hinek jî rismên xwe pê ra digrin bira bigrin. Çima hûn vê yekê li xelkê qedexe dikin?

Min mesela mûzê ji xanima xwe ra got, têr kenîya, pêşniyareke pir baş kir, got:

”Mahrûman çima ruyê xwe nîşan didin? Bira xwe maske bikin û mûzê têxin devê xwe.”

Bi ya min jî ji nuha û pê da bira mûza xwe ya bi dizî bixun, ya jî ruyên xwe veşêrin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE