31 oktober 2021

Îro jêvajorî li rojê daketiye

Şevê çûnî(do bi şev) me saetek bi paş da bir. Îro roj bûye sal, fena ku wext, saet sekinî be, nabe êvar.

Ez her cara li saetê dinêrim êvar hîn dûr e. Xanim jî di eynî baweriyê da ye, ew jî dibêje îro roj bi min pir dirêj xuya dike.

Rojeke hewqasî dirêj qet nayê bîra min.

Em çûn saetek û 40 deqeyî gerîyan. Em bîstek berê ji gerra xwe hatin, me qahwa xwe vexwar, lê hîn jî danê esir e, êvar gelkî dûr e. Fena ku rojê qulba xwe şaş kiribe, naçe ava...

Ez dibêjim jêvajorî li rojê daketiye, pêş da paş da dihere û tê.

Xwezî ev lîstika bi saetê tunebûya, bi Xwedê wext jî, em jî gêjomêjo bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE