31 oktober 2021

Xwezî pere însan hewqasî bêşexsîyet nekira !

Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra, ji Merkelê ra, ji Macron ra, ji gelek serok û siyasetmedarên ewrûpî ra gotinên nemayî kirine, lîderê heqaret lê nekiribe tune ye.
Lê li Romayê dîsa jî bi gişan ra rûnişt, gişan jî bi dilşadî pê ra rismên xwe girtin.

Dîn û îmana serokên ewrûpî di pera da ye, pir bêxîret û bêşexsîyet in, qet li ber xwe nakevin, pera bide wan, her heqaretê li wan bike, xwe naxeyidînin, dîsa jî ewê xwe bikin qurbana te.

Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî dilê xwe li wan rehet dike, çi tê devê wî ji wan ra dibêje, heqaretên herî giran li wan dike, dîsa jî wî didin ser serê xwe.

Gotinên Erdogan ji Merkelê, Macron û Yekîtiya Ewrûpayê ra kirine kûçik pê pûrta xwe diweşîne, lê li Romayê dîsa jî serokên ewrûpî giş pê ra rûniştin.

Ço û perê kê hebe, ew merivekî çiqasî pîs û mirdar be jî serokên ewrûpî xwe jê naxweyidînin li ba wan, tim merivekî bi qîmet e. Numûneya herî konkret Erdogan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE