01 november 2021

Bêhişî

Tuxtor ji pîrê ra got kalê te hiş berda ye, xirifî ye.

Pîrê fena ku ecêbmayî bimîne, serê xwe xurand, lêva xwe hil kir, kûr kûr fikirî.

Tuxtor got:

-Çima tu matmayî ma û wiha kûr kûr difikirî?

Pîrê got:

-Tiştê ez zanim berê bêhiş bû, careke din çawa bêhiş dime min ew fêm nekir..

 

Sed carî mast !

Tahma mastê mîha dabû boçika mêrik, ji sehanekê têr nebû, hinekî din ji xanima xwe xwest.

Jinik pê da xeyidî, got:

-Tu careke din bibêjî mast ezê tiliya xwe di çavê te ra kim !

Mêrk ji hundurê kon bazdaye derve, gotiye:

-Hema mast û sed carî mast !

 

Metirse

Jinikê şev nîvê şevê, bi tirs mêrê xwe ji xew şiyar kir, got:

-Rabe, rabe, diz li paca serşokê dixebete, dike têkeve hundur.

Mêrik xew li ser çava got:

-Metirse nikane veke, min mehekê li ber da venebû.

 

Cîq !

Zarokan tahm nedane pîrê uncûzî, tim bela xwe tê dane. Pîrê bala xwe dayê nabe, zarok jê nagerin, çûye giliyê zarokan bi mezinên wan, bi dê û bavên wan kiriye.

Dê û bav bi zarokan da xeyidî ne. Zarok tirsiya ne, hew bela xwe di pîrê dane.

Lê xurîya pîrê hebûye, carê elimî ye. Gava zarok di ber malê ra derbas bûne, serê xwe ji pacê derxistiye, gotiye:

-Zarokno, cîq !

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE