01 november 2021

Erdogan gihîşt miradê xwe û vegerîya Tirkiyê

Erdogan programa xwe betal kiriye, neçûye Glasgovê Civîna COP-26a, ji Romayê vegerîyaye Tirkiyê.

Berdevkekî wî gotiye sebebê vê biryara ji nişka ve xwedêgiravî ji ber ”hin gelşên ewlekariyê bûye.

Hin daxwaz û wasîteyên tirkan ji bo artêşa ewlekariyê xwestine, îngilîzan qebûl nekirine, gotine na...

Li ser vê, ”Serokê Tirkiyê” qeherîye û biryara vegerê daye. Çimkî elimî ye Tirkiyê, gerek artêşek wî biparêze.

Para rastiyê di vê sebebê da hebe jî lê hinceteke ne rast e. Helbet înglîz ji bo parastinê bi sedan wasîte û pûlis naxin bin emrê şexsekî, destûrê nadin tiştekî wiha. Mimkûn e bi sedan parêzvanên Erdogan red kiribin.

Lê ez dibêjim sebebê rastîn ne ev e, Sebebê rastîn Erdogan bi hevdîtina Joe Bîden gihîşt miradê xwe, lema jî êdî tu sebeb tune here Glasgovê.

Çimkî heta rojên dawî jî ne diyar bû ewê li Romayê bi hev ra rûnin, ya na. Digotin belkî di civîna Romayê da wext çênebe, ewê li Galasgovê hev bibînin.Amerîkiyan tam soz nedida. Lê Bîden li Romayê bi ”Serokê Mezin” ra rûnişt, nehîşt civîna Glasgovê.
Wê demê jî tu sebeb tune Erdogan here Glasgovê. Çimkî li Romayê bi Joe Bîden ra rûnişt, gihîşt mirazê xwe.

Bi Bîden ra çi li hev kirin hîn ne diyar e, ne Qesra Sipî, ne jî Tirkan di vî warî da hîn tiştekî zelal negotine. Tenê dibêjin me fikrên xwe ji hev ra gotiye û civîn baş derbas bûye.

Lê ne rast e, miheqeq li ser hin tiştan li hev kirine. Civîn ewê 20 deqîqe bûye, saetek û 10 deqîqe ajotiye.

Maneya xwe birr û bazareke muhîm kirine, lema civînê hewqas wext girtiyeh.

Di rojên pêş da ewê eşkere bibe. Bi texmîna min amerîkiyan hin daxwazên tirkan qebûl kirine, lê ev daxwaz çi ne hîn ne diyar e, çend royên din ewê eşkere bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE