02 november 2021

Erdogan bi pera Bîden jî nerm kiriye

Berê jî 11 endamên Kongreyê eynî daxwaz ji Bîden û Blînken kiribûn.

Wek min texmîn dikir Bîden nerm bûye, soz daye Erdogan çi ji destê wî were ewê bike. Ji beyanên emerîkiyan yên piştî civîna Joe Bîden-Erdogan ev yek xuya bû. Di vê xebera Rûdawê da lihevkirina Bîden- Erdogan eşkere ye

Yanî Erdogan, Bîden jî bi pera nerm kiriye. Heger tirk û amerîkî di kirîna balafirên F-16a da li hev bikin ev yek ewê tesîreke xerab li kurdên rojava jî bike, Amerîka ewê ji Sûriyê vekişe û destûrê bide êrîşa Tirkiyê.

Hebûna vê mixalefetê belkî rê li ber bigire, lê ew jî tam ne saxlem e.
Tirkan her tim serokên amerîkî û ewrûpî kirine û îşê xwe meşandine. Nuha jî ev îhtîmal heye.

Heger perê we hebe welatê ewrûpî yê hûn nekirin tune, dibe hinek erzan û hinek jî buha werin kirîn.

Yên welatê me firotin tirkan, farisan û ereban îngilîz û fransiz in. Ne îndilîz bûna kurd li başûr bûbûn dewlet, ereban newêrîbûn guleyek jî bera kurdan bidana. Fransayê jî li eynî tişt kir.
Heger ne alîkariya ewrûpiyan bûya tirkan jî nikanîbûn Kurdistan dagir bikirana.

Îngilîstanê, Fransayê, Sovyetê piştî Şerê Cîhanê yê Yekê destek dan tirkan, nehîştin kurd xwe organize bikin. Bixwesgtana, alîkarya kurdan bikirana Kurdistan çê dibû. Lê nekirin, tiştê ji bo ereban kirin ji bo me nekirin. Di ser da şerê me kirin.
Nuha jî eynî tişt e, hîn jî durûtiyê dikin, me dixapînin, destê wan ji tirk û ereban nabe.

XXX

 Aldar Xelîl gotiye ew hazir in bi hukûmeta Sûriyê ra rûnin gelşên nabêna xwe rû bi rû minaqaşe bikin. PYDe jî vê yekê dixwaze, yê çareseriyê naxwaze hukûmet e, ne kurd in.

Lê heger sibe Beşar Esed bi kurdan ra rûne û federasyonê qebûl bike, tirk ewê xwe bavêjin nigê Esed, ewê bibêjin tu qebûl bike jî em qebûl nakin, ewê êrîşî kurdan bikin.

Tirkan li başûrê Kurdistanê jî eynî tişt kirin, li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan derketin.

Yanî tirk ne li bakur tenê, li her çar perçên Kurdistanê jî dixwazin kurd tim bindest bin û ji bo vê jî amadene li her derê êrîşî kurdan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE