03 november 2021

Kemalê heramzade gotiye ewê Qendîlê bi erdê ra tep û dûz bike !

Serokê CHPê, heramzadeyê kurdayetiya xwe înkar dike, wî jî di talda dewletê da fortek daye xwe, wî jî gefek li PKKê xwariye, gotiye:

”Emê micadela li dijî terorê wek van nekin. Ez soz didim, heger ez wê hêlîna jê ra dibêjin Qendîl bi erdê ra tep û dûz nekim bira ji min ra jî nebêjin Kiliçdaroglu.”

Xayin, heramzadeyên bûne zilamên tirkan hemû ji bo ku tirk ji wan ra bibêjin eferim, ji xwediyên xwe hartir in.

Ev tajîyê li ber deriyê tirkan jî zane di êrîşkirina ser PKKê da kar heye zirar tuneye. Lema ew jî tepekê li yê zeîf, li yê li erdê ye dixe, belkî tirk destên xwe li piştê xin, bibêjin eferim ji te ra…

Xwedêgiravî ewê mafê miletê kurd bida, mesela kurd çareser bikira. Diyar e çareseriya wî jî şer, kuştin û qetlîam e û dibêje ewê ji Erdogan jî xerabtir bike.

 

XXX

Tirkiye bûye welatê mafya û kesên kirîmînel

Li gorî rapora GI-TOCê Tirkiye di karê qirîmînel da li dinyayê di rêza 12a, li Asyayê di rêza 5a û li Ewrûpayê jî di rêza 1ê da ye.

Yanî Tirkiye li Ewrûpayê bûye war û hêlîna mafya û çeteyan, welatê herî pir karê xerab, karê qirîmînel lê dibe.

Rêxistina Hewildana Gerdûnî ya li Dijî Tawanên Organîze yên Navdewletî (GI-TOC) di rapora xwe ya sala 2020î da gotiye, Tirkiye di nav 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî da di warê tawanên(sûcên) organîze da di rêza 12a da ye, di parzemîna (qiteya) Asyayê da di rêza 5a ye û di parzemîna Ewrûpayê de jî di rêza yekê de ye.

Yanî Tirkiye li Ewrûpayê welatê herî pir karê xerab, qirîmînel lê dibe, bûye welatê çetan û mafyayê. Ev yek êdî ne îdîa ye, bi belge û rapor e, GI-TOCê jî di rapora xwe da gotiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE