Zimanê me ne tenê nasnama me ya netewî ye, ew welatê me ye jî, ruhê me yê netewî ye jî.
Em bi kurdî difikirin, hîs dikin, dilşa dibin, xemgîn dibin, hestên xwe didin der, bi kurdî edebîyatekê, muzîkekê, folklorekê dixuliqînin.
Ev giş bi zimên dibe.
Dema kurd asîmîle bibin piştî demekê, hêdî hêdî hestên netewî jî pê ra dihele, kurd dibin tirk.
Jixwe bi sedhezaran kurd bûne tirk. Hêviya tirkan ew e vê jimarê zêde bikin, bi riya asîmîlastonê kurdan biqedînin, gişan bikin tirk.Kurdên bi kurdî zanin haya wan ji vê hedefa tirkan heye, lê dîsa jî dev ji tirkiya xwe bernadin, di medyaya sosyal da kurdan dihewisînin tirkî.
XXX
Ji ber ku tirk neheq in, ji be ku argumentekî wan yê bi heq
tuneye tim serê ço û devê tivingê nîşanî me didin, tim bi zimanê zorê bi me ra dipeyivin.
Ma ewê çi bibêjin?
Ya ewê neheqiya xwe qebûl bikin û welatê me teslîmî me bikin, ya jî ewê
zirteboziyê bikin, bibêjin Kurdistan tuneye, kî bibêje Kurdistan heye ewê gefê
lê bixwin, êsîr bigrin, bi salan di zindanan da bihêlin û carnan jî dikujin.
Merivê neheq gava neheqiya xwe qebûl neke dibe zalim, dibe virek, dibe êrîşkar.
Heta tirk teslîmî heqiyê nebin ewê tim êrîşkar, zirtaboz û xedar bin, qetlê
bikin, destê wan ewê tim bi xwîn be.
XXX
Heta meriv şaşiyê neke meriv poşman nabe. Ji bo ku meriv poşman
bibe, dibê meriv şaşiyê bike.
Lê şaşî(çewtî)jî û poşmanî jî ne xweş e. Baştir e meriv ne şaşiyê
bike, ne jî poşman bibe. Lê ji bo vê jî dibê meriv robot be.
Înkar ne çare ye, dibê meriv şaşiya xwe qebûl bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar