04 november 2021

Me îro jî Zekî Irmak sipart axa sar

 


Di van salên dawî da rojê em li şînekê ne, rojê yek ji me xatir dixwaze, rojê em hevalekî xwe, hezkiriyekî xwe li xerîbiyê dispêrin axa sar.
Me îro jî Zekî Irmak(Serbest) li Swêd, li bajarê Eskîlstûnayê sipart axa sar.
Di salên 1980î da dema em hatin Swêd em giş ciwan bûn, gelekên me azib bûn.
Em zewicîn, bûn xwedî zarok, zarokên me mezin bûn, dor hat zewacên wan, dawetên wan.

Salên destpêkê em diçûn dawetên hev. Dûra em çûn dawetên zarokên hev. Me bîra îxtîyariyê, bîra mirinê nedibir. Lê sal zû bihurîn, me hew dît em giş kal û pîr bûne, nexweşîyan û mirinê dest pê kiriye.

Nuha jî em diçin şînên hev. Li goristanan bi ser gorrên hev da hêsiran dibarînin.
Êdî em payiza dawî ya jiyana xwe dijîn, salek zû, dalek dereng em xatir ji dinya şîrîn, lê derewîn dixwazin û koçî îstîrahetgeha xwe ya ebedî dikin. Ev rastîyeke jiyanê ye, ne xweş e, bi êş e, lê çare tune ye, em giş zanin dawiya me hemûyan binê axa sar e. Tiştê meriv diêşîne gava mirin zû li derîyê meriv dixîne...



Mixabin me îro Zekî Irmak li bajarê Eskîlstûnayê sipart axê û em vegerîyan malên xwe.

Zalima pençeşêrê(kansêrê)  Zekî Irmak(Serbest)zû ji nava me bir. Pir dereng pê hesîya. Gava pê hesîya êdî pir dereng bû, di nava mehekê da Zekî çû rahmetê.

Zekî kurdekî nefsbiçûk, bêzirar, henûn, omidî, hevalê hevalê xwe, fedekar, canfîda bû.





Ji xortaniya xwe da ye wer ji bo kurd û Kurdistanê dixebitî, doza kurd û Kurditanê tim di ser her tiştî ra digirt.

Lema jî Serbest li der û dora xwe pir dihat hezkirin. Vê yekê îro li ser gorra wî xwe nîşan da.

Gelek nas, dost, hemşerî û hevalên wî ji bajarên dûr hatibûn ser gorra wî û xatir jê xwestin. Gorra wî bihuşt be, Xwedê sebrê bide xanima wî, malbata wî û hemû nas, dost û hevalên wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE