05 november 2021

Ji meriv ra xerab were diranê meriv di pelokê da dişkê

Ecêba giran, bîstek berê dema min kompîtora xwe vekir ekrana wê ji hev da ket, perwaza dora ekranê rabû.
Min xwest rast bikim, lê tew xerabtir bû.
Dibê ez qet dest nedimê, qapaxê negirim.
Min di 2ê adara 2018a da kirîbû, çima hewqasî zû xera bû min fêm nekir. Bêxwedîyê pir qelp derket !

Wiha ye, dema ji meriv ra xerab were diranê meriv di pelokê da dişkê.


Min nexist erdê, ez bi çakûça pêneketim, li ciyê rehetiyê perwaza dora camê rabû, jê qetiya.
Heger ez dest nedimê ewê bixebite, lê mahdê min jê gerîya, çavê min li perwaza qembûr bûye...

XXX

Do di merasima cenazeyê hevalê me Zekî Irmak da min çavê xwe li hin nas, dost û hevalên xwe yên kevn gerand, gelek hatibûn lê yên nehatibûn jî pir bûn. Hinek hene serê salan e me hev nedîtiye.

Wek berê êdî em di karên komelayetî da ne aktîf in, her roj civîn û meş tune ne. Êdî meriv di şîn û şahiyan da hev û du dibîne.

Lê hin kes bûne wek mîkutê ji koçê da bikve, bi ser hev ve çûn, av li ser xwe zelal kirine, kes nizane li ku ne.

 

XXX

Pere

Hevalên wî rojekê ji Dîyojen pirsîne:

-Ma di heqê pera da tu çi difikire?

Fîlozofê bi nav û deng gotiye:

-Pere xizmetkarekî baş e, efendîyekî xerab e.

 XXX

Xanimeka li dîasporayê li ser mirin û şînên kurdan bi min ra hevpeyvîke kir, ez navê wê nabêjim, belkî nexwaze. Ew bi xwe akademîsyen e.
Li ser ferqa mirina li xerîbiyê û li Kurdistanê tezekê hazir dike. Dixwaze ferqa merasima cenazeyên kurdan, tirkan û ereban bizanibe. Kurd çima alê davêjin ser tabûtên miriyan?

Gelek pirsên balkêş kirin, em nêzî saetekê peyivîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE