05 november 2021

Fasûlî

Jinikê ji psîkolog ra qala derdê mêrê xwe dikir, bi gazin got:

-Tuxtor beg, ez hew kanim derdê mêrê xwe dînik bikşînim, ji bo ku ez ji fasûliyê hişk pir hez dikim mêrê min ji min ra dibêje tu dîn î!

Tuxtur got:

-Gotineke berradayî ye, ez jî ji fasûliyê hişk pir hez dikim.

Jinikê bi kêf got:

-Ma tu rast dibêjî ? Wê demê rojekê were bibe mîvanê min. Li malê dolab, teqa, qutî, dexîl, kîsik min giş tije fasûlî kirine Ez ê ji te ra beroşek mezin çêkim.

 

Girêdayî rewşê ye

Du keçikên berzewac sohbet dikirin. Yekê ji ya din ra got:

-Sirf ji bo ku dewletî ye, perê wî heye, tu bi yekî totikvala, bêmeju ra dizewicî ?

Hevala wê hinekî fikirî, got:

-Wele li gorî rewşê diguhere, çiqas perê wî heye, çend salî ye?

 

Ne hêja ye

Hakim ji diz ra got:

-Hela rabe ser xwe, ji endamên heyetê ra bibêje te çawa kanîbû bi tenê ew qasa tu dibê ecêb vekira ?

Diz milê xwe hil kir, got:

-Hakim beg, ne hêja ye ez bibêjim.

Hakim got:

-Çima ne hêja ye?

-Çimkî çawa be ewê nikanibin vekin. Karekî pir zor e, jê ra hostayî lazim e.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE