13 september 2026

Îro li Swêd hilbjartina herî hesas çêdibe

Îro li Swêd hilbijartinên parlamentoyê û yên herêmî hene. Ez û xanim nuha çûn, me rayên xwe, dengên xwe da û em hatin malika xwe.

Hewa, atmosfera vê hilbijartinê ne sakîn e, pir ne xweş e. Însan zêde êrîşî hev dikin. Li ser sindoqa me ne qelebalix, sakîn bû.

Retorîka siyasetmedar di propagandayê da li hemberî hev bi kar tînin pir sert e, dijminatiya nabêna swêdîyan û xerîban, rast û çep, îslamîstan kûr dike.

Fanatîzma sîyasî û aqilê kelemçekirî

Însan, ji ber tebîeta xwe tim di nav lêgerîneke aîdîyetê da ye; bawerîya bi fikrekê, mensûbîyeta miletekî, hêzekê û xebata ji bo hedefeke mişterek hêzê dide meriv, meriv xwe rehet his dike.

Lê belê ev lêgerîn gava îradeya meriv ji meriv bistîne, meriv xwe teslîmî lîderekî, partiyekê, îdeolojiyekê bike, ji lêgerînê derdikve, diqulibe koletîyeke îdeolojîk, dînî. Navê viya fanatîzma sîyasî ye, mirîdî ye. 

Fanatîzama sîyasî xerab e, meriv aqilê xwe naxebitîne, ji muhakemeyê dûr dikeve, dibe êsîrê îdeolojiyekê, lîderekî, şêxekî, partîyekê.

12 september 2026

Çeteyên îslamî li Sûriyê serê ciwanekî me jêkirin û li Kobanê jî 9 kesan kes kuştin !

Do ne pêr(du roj berê), hin çeteyên ereb li Hesekê xortekî kurd ê bi navê Sîpan(Samî Şêxmûs)bi xayinî ji mala wî birin, gulebaran kirin, serêwî jê kirin û vîdeoya wahşeta xwe jî di mdyaya sosyal da parve kirin. Pişta qatilan ne xurt be, ne çeteyên Colanî bin nikanin vê wahşetê bikin.

Samî Şêxmûs endamê hêzên ewelakriyê yê Sûriyê bû, lê çeteyan dîsa jî ev wahşet kirin, heta nuha tu kes nehatiye girtin. Hukûmet jî resmî tiştekî nabêje, tenê dibêjin lêkolîn berdewam e.

Gelek ronakbîr û sîyasetmedarên çap û îslamî bêhişkirina kurdan ji xwe ra kirine wezîfe

Gelek ronakbîr, sîyasetmedarên çep û îslamî ji piştgiriya tevgera kurd a netewî bêtir, xwe ji tevgera filîstînîyan ra dirûçikînin. Camêrekî ji kurdan ra gotiye, "gerek kurd piştgiriya hereketa filîstîn a netewî bikin, gerek tevgera kurd Îsraîl rexne bike, ev yek mecbûrîyeteke însanî, tarîxî û exlaqî ye..."

Di nav 400-500 milyon ereb da ez bawer nakim erebek jî ji ereban ra, ji filistîniyan ra bibêje, piştgiriya kurdan wacibeke filistîniyan û ereban ya tarîxî û exlaqî ye, dibê filistînî li pişt tevgera kurd a netwî bin û Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê û Îranê rexne bikin.

11 september 2026

Dibê meriv nebe mirîdê tu îdeolojiyê, tu şexsî

Bawerîya bi koranî ya bi îdeolojiyekê, ya bi xurafeyan, dîndarîyeke fanatîk aqilê aqil ji serê meriv dibe, meriv kerr û kor dike, meriv bêhiş û dîn dike. Dîn jî, îdeolojî jî, girêdana bi korî ya îdeolojiykê, ya şexsekî meriv dike mirîd. Mirîdên terîqetan, şêxan jî hene, yên partiyan û serokan jî hene.

Di nav me kurdan mirîdên terîqetan û şêxan jî pir in, yên serok û partiyan jî pir in.

Dîndarên dagirkerên welatê me jî tim li pişta dewleta xwe bûne

Serokekî çermsoran bi hêrs û bi dilşewatîyeke mezin ji keşêyê li kêlek fermandarê Îspanî sekinî bû û li qetlîama miletê wî temaşe dikir ra got:
-Heger Xwedayê te, vê dagirkerîyê, vê zulma li qebîleya min dibe, vê qetlîamê xweş dibîne û tesdîq dike, dibê tu baş bizanibî ew tiştê te bawerî pê anîye ebeden ne Xwedê ye.

Meleyên tirk û ereb jî li dijî kurdan ne tenê pişgiriya artêşa xwe kirin, ji bona serketina wan li mizgeftan dua kirin.

10 september 2026

Ferqa merivê baş û merivê xerab !

Sadî Şîrazî, merivê baş û merivê xerab pir kin û pir xweşik ji hev gerandiye, gotiye:

-Merivê baş kî ye?
Merivê baş ne kesê dilpak û pir saf e, xerabî qet nayê bîra wî. Merivê baş, haya wî ji her xerabiyê heye, zane çi xerab e, çi baş e, lê belê ew rindiyê, başiyê tercîh dike û wiya bi cî tîne.

Merivê xerab jî wiha tarîf kiriye:

-Merivê xerab kî ye?

Em dihelin, dibin tirk

Li Kurdistana Bakur em pir bi lez asîmîle dibin, di nav kultura tirkan da dihelin, dibin tirk. Ev, rastîyeke pir bi êş û tahl e, ne mezinkirina meselê ye; em dihelin, dibin tirk.
Asîmîlasyon ne tenê fêrbûna zimanekî din e; dagirkirina hiş e, wendakirina hafizeya dîrokî ye, teslîmbûna kulturî ye. Miletê asîmîlasyonê qebûl dike, hebûna xwe, paşeroja xwe radestî xelkê dike û wek milet dawî li hebûna xwe tîne.

09 september 2026

Kurd bi tena serê xwe nikanin Tirkiyê biguherînin

Fîlozofê bi nav û deng Îbn Ruşd gotiye, ”Heger hêk bi hêzeke ji derve bişkê dawî li jiyanê tê, heger bi hêzeke ji hundur va bişkê jiyan dest pê dike. Çimkî guherînên rastîn hemû ji hundur dest pê dikin.”

Li Tirkiyê li hemberî dîktatoran, li hemberî zulmê tu carî ji hundur serîhildan çênebûye, lema jî sed sal e Tirkiye neguherî ye, paş da çûye pêş da neçûye.
Liberxwedana kurdan, şerê kurdan yê ji bo azadiyê û demokrasîyê têra guherandina Tirkiyê nake, jê ra destega tirkan lazim e.

08 september 2026

Çîroka lampa min û gera min a îro


Min îro îzna xwe ji xanimê girt û min bi tenê berê xwe da çarşiya Stockholma xopan. Îzin neda minê fîrar bikira, çimkî min biryara xwe dabû ez bi tenê herim.

Dema me mal bar kir, lampa min a ser masê ji destê min da ket, cama wê şikiya. Ji bo ku jê ra camekê/şermekê bikirim gerek biçûma bajêr, li camê bigerîyama. Lampeke antîk e, pir jê hez dikim. Lê min cam nedît. Dewla min bi avê neket. Lê ezê lê bigerim.

Min got hey ez hatime bajêr, ka ez bîstekê lê bigerim, herim hin cî û mekanên di salên 1980-1990î da em diçûnê bigerim, hela ka hîn mane ya nemane.

Merivên xerab bûne bela serê însanîyetê

Merivên xerab, zalim, xedar bûne bela serê însên; dîktatorek kana bibe sebebê felekatên, malwêraniyên pir mezin.

Dostoyevskî gotiye, ”Di bin vî asîmanê hewqasî xweşik da, hewqas însanên xerab çawa kanîbûn bijîn ?”

Bi rastî ne mimkûn e meriv vê pirsê ji xwe neke, di bin vî asîmanê muhteşem da çima hewqas merivên, serokên dewletan ên xerab û xedar hene, tu carî ji kuştinê, ji xwînê, ji wêrankirina bajaran têr nabin.

07 september 2026

Text ne tekst e !

Hin kes ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra dibêjin ”TEXT, ”text û afîş wiha bû.” Yanî teksta nivîsekê wek "text" dinivîsin. Gerek hûn ferqa tekst û text fêr bibin.

Bi swêdî, bi îngilîzî ji tekstekê ra ”text” tê gotin, lê bi kurmancî nabe meriv ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra bibêje ”TEXT”!
Di kurmancî da peyva "text" çend maneyên wê yên sereke hene. Yek, text ji darê çêdibe, gava tê birrîn, tê zîfêlkirin dibe text. Bi text mobîye çêdibe, pê xanî lê deibe.

Nebêje marê bi min venede bira hezar salî bijî !

Yên li zulma dagirkeran temaşe dikin şaşiyeke mezin dikin. Yên îro hûn çavên xwe ji wan ra digrin, sibe, gava dor were we, ewê çavên we derxin, ewê nehêlin hûn çavên xwe vekin.
Nebêje marê bi min venede bira hezar salî bijî, rojekê ewê dora te jî were, ewê bi te jî vede.
Em wek milet bindest in, ne wek ferd. Wek milet em ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.

06 september 2026

Dibê tirk bi xurtîya xwe îro zêde nefirin

Gotineke, şîreteke çermsoran a gelkî xweş fîlozofîk û manîdar heye, dibêje:

-Gava av bilind dibe masî mûriyan/gêrikan dixun. Gava av dimiçiqe, vê carê mûrî masîyan dixun. Dibê tu kes bi xurtîya xwe ya îro nefire. Çimkî kî yê kê bixwe ”herikîna avê” biryarê dide...

Rewşa me û tirkan jî eynî ye. Serok û birêvebirên Tirkiyê îro ji me xurtir in, bi alîkarîya hin kurdan gelek dek û dolaban digerînin, dixwazin hereketa kurdî ya li Kurdistana Rojava û Bakurê Kurdistanê têk bibin, pilana xwe ya bindesthîştina kurdan bi cî bikin.

Bira hevalên we baş bin bira hindik bin

Dibê meriv dost û hevalê xwe pir dîqet hilbijêre; ne karekî rehet e, lê meriv bikanibe bike baş e.
Hevalê rastîn wek sîyê ye. Tu xwar jî bibî, tu rast jî bibî, tu bikevî, tu rabî tu carî terka te nake, tim bi te ra ye, te bi tenê nahêle.
Hevalê baş jî wisa ne, di tengasiyê da, di firehiyê da tim û daîm bi meriv ra ne.

Ji bo wê jî dibê meriv dostên xwe pir dîqet hilbijêre. Dost û hevalê xerab meriv xeyalşikestî dike.
Bira hevalên we hindik bin, lê merivên baş bin. 

05 september 2026

Bira merivên xerab ji jiyana we derkevin

Di jiyanê da hin însan dikevin jiyana meriv û ebedî dimînin, hinek jî tên û diherin.
Ji bo yên diherin dibê meriv xemgîn nebe, fêkiyê xerab ji darê da dikeve.
Merivê xerab terka meriv bikin, ji jiyana meriv derkevin baş e, fena meriv sêveke xerabûyî ji nav sepeteke sêvên teze bavêje.
Hevalên we, dostên we bira însanên baş bin, bira hindik bin. Ya muhîm qelîte ye, ne jimar e.

Nimêja rûvî û dîk


Kûçik û dîk bûn destbirakên hev. Kûçik ji dîk ra got:

-Li van deran rûvî hene. Heger rûvî hat bela xwe di te da, hilkişe ser darê û bang bide. Ez çer banga te bibihîzim ezê tavilê werim hawara te.
Demek derbas bû, rojekê dîk bala xwe dayê rûviyek qerde, qerde berbî wî va tê. Tavilê firiya ser darê û dest bi bangdanê, azanê kir.
Rûvî hat bin darê û bi zarekî şîrîn ji dîk ra got:

04 september 2026

Aqilê dereng wek zengînbûna li ber mirinê ye

Gava ez rûdinim, bi serîyekî sakîn li jiyana xwe ya borî dinêrim, dibînim min  gelek tiştên, gelek karên şaş û berradayî kirine.
Min wexta xwe da gelek tiştên tu feydeyeke wan ji min ra û ji miletê min ra tune. Min bi salan gelek kitêb, kovarên berradayî xwendin, wexta xwe da wan tiştên ne hêja.
Min bi pêşan perê xwe da kitêbên tirkan û çeoçtiyê yên bêfeyde, bi zirar û dûra jî bi çewalan gişk avêtine ser sergo.
Di xortaniyê da meriv hinekî kêmaqil e, gelek tiştên berradayî dike, wexta xwe dide tiştên, îdeolojiyê pela pûçî, bêfeyde û bi zirar.

Şekirê qulpik, xişrê hustuyê zarokan


Dixwazim di vê nivîsa xwe ya îro da qala bîranîneka xwe ya zaroktiyê ya pir xweş, şêrîn û nostaljîk, qala ŞEKIRê QULPIK, ŞEKIRê QUL bikim.

Do min tiştek dixwend, ji nişka va şekirê qulpik hat bîra min. Min biryar da tiştekî li ser binivîsînim.
Şekirê qulpik, şekirekî hişk û rengîn (sipî û sor, ya jî sor û hişin) bû.
Di ortê da qul bû, wek gustîleke mezin bû.

03 september 2026

Bi rexneya me hevalên Abdulah Ocalan îqna nabin

Van rojan di medyaya sosyal da li ser bazara Abdulah Ocalan, PKKê û Tirkiyê minaqeşeyên pir germ û gurr çêdibin. Hin kes Abdulah Ocalan û PKKê rexne dikin, hevalên PKKê jî siyaseta serokê xwe bi heraret, carnan jî bi gefxwarina kesên rexnegir diparêzin.

Bi bawerîya min tiştê Abdulah Ocalan dike û bi PKKê û bi hevalên xwe yên Kurdistana Rojava(HSD, PYD, YPG, YPJ)daye qebûlkirin ne tiştê dibê meriv biparêze, teslîmîyet e. Lê yên rast dibînin pir in û diparêzin. Bi rexneyan meriv nikane wan biguherîne.

02 september 2026

Scott Bessent: Me serê mar jê kiriye, dêla wî diperpite


Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, li ser rejîma Îranê teşbîheke xweş daye, rejîma meleyan şibandiye mar, gotiye, me serê mar jê kiriye, dêla wî li ba dibe.

”Îranê bîranîneka min a dema em li Carolîna Başûr dijiyan anî bîra min. Marên bi jarî hewisî bûn bexçeyê me. Te serê wî jê dikir, dêla wî hîn jî diperpitî. Tu mecbûr dibû serê mar binax bikî. Em serê Îranê binax dikin. Mar hîn bawer nake mirar bûye, lê gava roj çû ava ewê êdî neperpite. Rejîma Îranê mehû bûye. Û ewê di nêzîk da viya fahm bikin."

Merivê xerab wek tenîya bi don e

Merivê xerab fena tenîya bi don e, dibê meriv xwe hevza xwe jê bike, xwe jê biparêze. Ji merivê xerab, gelac başî, rindî sadir nabe, wek tenîya bi don e, meriv qilêrî dike.

-Tu nêzî sîtilê bibî ewê teniya wê di te bigere. Tu nêzî merivê xerab bibî ewê bela wî di te bigere.

Xwe ji tenîya sîtilê û ji bela merivên xerab biparêzin. Riya wê jî xwe nêzikî sîtilê nekin û nebin heval û dostê merivên xerab. Dûro bi nûro...

01 september 2026

Amedsporê, Trabzonspor hustuxwar şand Trabzonê


Amedsporê 2-1 li seha xwe 2-1 berra Trabzonsporê da. Amedsporê pîroz dikim.

Abdulselam Akincî, piştî maçê dîtinên gelek alîgirên Amedsporê pirsîye. Yek ferdekî jî, ne mezin, ne biçûk nikanîbû bi kurmancî du gotinên temam bibêje. Kurd bûne civateke lalûte. bi kurdî ziman nagere, nikane hestê xwe bibêje.
Yekî zaza, bi zazakî çend tiştên siyasî gotin, wekî din, her kes bûbû kurdên zimanê wan tirkî.
Siyaseta şaş, siyasetmedarên ne kurdistanî, ne netewî, tirkîperest kurd kirine xerîbên zimanê xwe.

Wextê nîşanî me da nifşê me nifşekî nezan û xeşîm bûye

Wext, dem bê zar û bê ziman e, lal e, ji meriv ra tiştekî nabêje. Lê belê wek mamosteyekî gelek tiştan him nîşanî meriv dide, him jî fêrî meriv dike.

Di 60-70 salên dawî da gelek tiştên me qet xeyal nedikir fêrî me kir; gelek dersên mezin da me.
Wextê, tarîxê nîşanî me da em nifşekî gelkî nezan, xeşîm û neerbabê siyasetê bûne.
Me ji xelkê ra masî girt, ji xwe ra kûsî jî negirtiye.
Me bi micadela 60-70 salî ji miletê xwe ra mafekî netewî, mayinde bi dest nexist. Me bi îdeolojiyên berradayî, bi siyaset, bi şer û teşxeleyên bi zirar mala xwe û ya gelê xwe şewitand.

31 augusti 2026

Himama Paşê-Şahesera cahilan wêran kirin -3-


Nuha ez werim ser tarîx û taybendmendiyên Himama Paşê. Li ser mîmarê wê min tu agahî bi dest nexist. Tarîxa sala çêbûye jî ne diyar e, min tiştek nedît. Dibêjin Îbrahîm Paşayê Millî di sedsala 19a da daye çêkirin

Arkeologê alman Max von Oppenheim cara pêşî di sala 1899a da serokê Federasyona Eşîrên Milan, Îbrahîm Paşayê Millî dît.

Ev hevdîtina dîrokî di sala 1899a da li Wêranşarê di konekî da çêbû. Çend fotografên vê hevdîtinê ji me ra wek mîrat mane.

30 augusti 2026

Dewlet li her derê alên xwe û Ataturkê xwe dixe çavên me


Gava min hewqas alên tirk û bandrola Ataturk li pişt tabûta kekê Mehdî Zana dît pir xemgîn bûm, min nexwest lê binêrim. Bi min pir zor hat !
Irqçîtiyeke ji viya mezintir nabe. Mexsûs wiha dikin, ji bo ku bindestiya me, êsîriya me tim bînin bîra me.
Bi dîmenên wiha dibêjin ne hûn, em xwediyê vî bajarî û vî welatî ne,
hûn bindest û koleyên me ne.

Şeref serweta însên ya herî bi qîmet e

Dibê meriv malê dinyayê, kursî meqam tu carî di ser şerefa xwe ra negre. Ji însanekî li vê dinyayê xezîneya herî mezin û bi qîmet şeref e; serweteke ebedî ye.
-Îro perê we tuneye, sibe kane hebe. Îro mewqîyekî we tunebe, sibe kane hebe.
Lê heger îro şerefa we tunebe, sibe jî ewê tunebe.
Meqamê te hebe, rojekê kane ji destê te biçe.
Perê te hebe, rojekê kane biqede.
Lê belê şerefa te hebe, piştî tu bimrî jî ewê her hebe.

Gerek meriv navê tiştan rast bibêje

Gotineke pêşiyên fransizan dibêje, "heger tu ji diz ra nebêjî diz, dizekîya wî bidî jibîrkirin ewê dersa exlaq bide te."

Hin serok û siyasetmedarên me naxwazin ji dagirkeran ra bibêjin hûn dagirker in, tu carî naxwazin qetlîamên wan û yên pêşiyên wan, sûcên wan, zulma li me kirine bînin bîra wan.
Ji ber wê ye zimanê dagirkeran hirinekê dirêj e û dersa exlaq û edaletê didin me. Fena ku yên neheq, cûcdar ne ew in, em in.
Gava hevalên dizan ji malê bin talana wê malê pir rehet e. Gerek meriv navê tiştan rast bibêje, rast lêke, zulma li meriv bûye, dagirkeriyê veneşêre, xweş nebîne...

Himama Paşê-Şahesera cahilan wêran kirin -2-


Himama Golê di sedsala 19a da ji alî Îbrahîm Paşayê Millî va hatibû lêkirin, ji bo wê jî jê ra digotin Himama Paşê.

Lê ne Himam tenê, Wêranşara bi tevayî ji alî bavê Îbrahîm Paşa Mahmûd Beg û dûra ji alî Îbrahîm Paşa va hat şênkirin, berê hatibû wêrankirin.
Wêranşar berê bajarekî, xirbeyekî wêran bû, mala Paşê di sedsala 19a da ew şên kirin.

29 augusti 2026

Kekê Mehdî Zana jî îro ji me xatir xwest û koçî mala xwe ya ebedî kir


Kurdperwerê bi nav û deng, kekê Mehdî Zana îro li Diyarbekrê, li nexweşxanê wefat kiriye. Bi bihîstina xebera wefata wî pir xemgîn bûm.

Kekê Mehdî demek bû nexweş bû, îro xatir ji miletê xwe, ji hezkiriyên xwe xestiye, çûye îstirehetgeha xwe ya ebedî; dera emê gişên herinê.
Kekê Mehdî dostekî minê hêja bû. Min carnan telefonî wî dikir, em li bajêr dihatin ba hev, me têr sohbet û qala rojên borî dikir. Dostekî henekçî û zarşîrîn bû.

Himama Paşê-Şahesera cahilan wêran kirin -1-


Malpera Tarîxa Wêranşarê ya hemşeriyên min do fotografê himama Mehela Golê ya tarîxî parve kiriye. Bi dîtina fotografê himama mehele xwe pir kêfxweş bûm, rojên zaroktiya min û xortaniya min wek fîlmekî sînemayê anî ber çavê min.
Foto ji alî arkeologê navdar ê alman Max von Oppenheim li dora 1900-1911a da hatiye girtin. Gelek risim û belgeyên li ser Wêranşarê li Almanya di muzeya Max von Oppenheim da hene.
Di vî risma da himam xerabe xuya dike, di dema min da ne wiha bû, qey tahmîr kiribûn. Heta orta salên 1970î vekirîbû.

28 augusti 2026

Em bi kîjan îdealê bi rê ketin, çi hat serê me !

Em nifşekî bêşans û bêsiûd in, me pir kişand. Esas miletê bindest jixwe di esaretê da ye, tu nifşek rehet nake, ji jiyanê tahm û lezetekê nagire. Ma hefsî, însanê bindest ewê çawa bextewar be?
Bêyî em ji jiyanê tahmeke xweş, kêfekê bigrin em extîyar bûn, bûn komek hestî û çûn. Tiştê me dît û em jiyan, tim derd û kul û zulma bindestiyê bû.
Me got bav û kalên me azadî nedîtin, belkî em bi xebat û micadela xwe bibînin, lê nebû.

27 augusti 2026

Zanîn û edeb û kultur

Zanîn însên maqûl, kibar, sergiran, bi edeb û bi kultur dike.
Li gorî Konfuçyus, her ku zanîna însên zêde dibe, tehamula wî ya ji cahilan ra kêm dibe.
Her ku kultura wî zêde dibe, sebra wî ya ji qelebalixa vala ra kêm dibe.
Li gorî nîsbeta ûcdanê xwe li dijî neheqiyê radibe, ji neheqiyê aciz dibe.
Însanên zana, bi kultur, bi ûjdan, asofireh û xwedî nezaket di derûdorên wasat, tije cahil da nikanin bîna xwe bigirin.

Serokê Partîya Nû Ozgur Ozel jî şûrê Erdogan kişandiye


Hefteya borî bi fermana serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu, balafirgeheke Sûriyê ya li Îdlibê hat bombebaran kirin. Tirkiyeyê dest bi xebatên tamîrkirina wê kiribû.
Benjamin Netanyahu dibêje em qebûl nakin Tikriye li Sûriyê baregehên leşkerî ava bike; çimkî ev yek ji bo ewlehiya welatê me talûke ye.
Ne Erdogan tenê, serokê Partiya Nû(Yenî Patî)Ozgur Ozel jî him ji bombebarana balafigeha Îdlibê, him jî ji gotinên Netanyahu pir aciz bû û li Trabzonê got:

26 augusti 2026

Xelkê gelek îcadên aqilê me nagire îcadkirine

Ferzan Şêr li ser teknîka dijîtal kane çi bike agahiyeke pir muhîm daye, gotiye:

”Di kitêban de min ku derê xêzr kiribe, ji bilî derkenaran, ji chatgbtê re dixwînim, ji min re derbasî nivîsê dike.
Ecêb e eyn wek di kitêbê de çawa be wisa dike hema hema.
Dibe ku hemû kitêbên matbû di cîhana AÎyan de barkiribî be. Ne dûrî aqilan e.”

Yanî tu kitêbekê, tekstekê bi kîjan zimanî be dixwînî chatgbt ji zimanê te fêm dike û tiştê te xwendiye wergigerîne nivîsê û dide te.

Dibê tu rûvî nekî berpirsiyarê çiftligê

Heger tu bibêjî belkî rûvî yekî dilpak û dirist e û tu wî bikî berpirsiyarê çiftligê(çewligê), gava mirîşkek jî di pînê da nema, dibê tu li çonga xwe nexînî û nekî ax û wax û ji rûvî gazinan nekî…
Çimkî rûvî tiştekî dûrî aqil nekiriye, rûvî li gorî tebîeta xwe hereket kiriye. Dibê te bizanibûya, heger rûvî bibe berpirsiyar û şivanê mirîşkan ewê wan bixwe. Gava rûvî dest bi wazê kir, dibê hûn li mirîşkên xwe biqate bin!
Tu merivê xerab bikî berpirsiyar, siyasetmedar û serokê xwe ewê ji te ra karekî baş neke, ewê te şok bike...

25 augusti 2026

Qûnça leglegê û bîranînên zaroktiyê


Bîstek berê di Facebookê da rastî van herdu fotoyan hatim. Li gundê me Malwêrîn jî li orta gund, li pişt xaniyê kalikê min qûnçeke wiha, lê hinekî bilindtir çêkiribûn. Me jê ra digot QÛNÇA LEGLEGÊ.

Legleg her sal dihatin li ser qûnça xwe ya hazir, hêlîna xwe tahmîr û nuh dikirin. Heta dawiya havînê, destpêka payizê li wir diman, piştî çêlikên xwe bi firrê dixistin, berên xwe didan welatên germ û germîyanê, Afrîqa Başûr û Rojhilat.

Merivê baş û xeraban çawa ji hev bigerîne?

Merivê baş û xeraban, kesên pîs û pak çawa nas bike, çawa ji hev bigerîne?
Naskirina însên pir zor e, karekî ne hêsa ye; carnan meriv di hilbijartina xwe da bi îsabet e, carnan jî ji kok da şaş e.
Gelek kesên ji dûr va pir muhîm xuya dikin gava meriv wan hinekî ji nêzîk va nas dike, meriv xeyalşikestî dibe, meriv dibîne ne tu meriv bûne,  dibêje xwezî min nas nekira.

24 augusti 2026

DADE-Destana Veşartî ya Jineka Têkoşer


Do bi şev li Stockholmê, li Fîlmhusetê, fîlmê dokumenter  yê bi navê "DADE" yê li ser jiyan û têkoşîna Hêro Îbrahîm Ehmed, xanima Mam Celal Talabanîyê rahmetî hat nîşandan. Ez jî hatibûm ezimandin. Salona li dora 500 kesî tije bû.

DADE, yanî dayê, ji ber ku pêşmergeyan tim jê ra gotine DADE, ji bo wê jî navê dokumentera li ser jiyana wê jî kirine DADE.
Navê fîlm bi temamî, "Dade; Destana Veşartî ya Jineka Têkoşer"e.

Fîlm balê dikişîne ser tarîxa têkoşîna jinên kurd û bi taybetî jî rola Hêro Îbrahîm Ehmed; carnan jî jê ra gotine, Hêro Xan û DADE.

23 augusti 2026

Sidqî Hirorî berhemeke hêja li kitêbxana kurdî zêde kiriye


Nivîskar Xelîlê Dihokî do li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî kitêba Sidqî Hirorî ya dawî, "Antolojiya Romanên Kurdî" da nasandin.
Civîn piştî nîvro seet di 14.00a da bû, mixabin fersend çênebû herim civînê.
Rohat Alakom di platforma da li ser kitêbê ev agahdarî daye şopînerên xwe:

Tirkiye 371 malbatên ji Ukranyayê li Betlîsê û li Erzînganî bi cî dike

Xaniyên dewletê li Xelatê ji mahcirên ahîskî ra çêkirine

Tirkiyê 371 malbatên mahcirên ahîskayî ji Ukranyayê anîne li qeza Betlîsê, li Xelatê û li Erzînganê bi cî kirine.
Partîyên kurdî, sîyasetmedar û ronakbîrên kurd li hemberî guhertina demografîya Kurdistanê çima bêdeng in?
Du sal berê jî 218 malbatên tirkên ahîskî dîsa li Xelatê, li wê herêmê bi cî kiribûn.
Di nabêna salên 1980-90î da jî gelek malbatên ozbek ji Afganîstanê anîn li Serêkaniyê bi cî kirin.

22 augusti 2026

Tirk hîn nehatine nuxta mecbûrîyetê

Heta nuha kes di bin siya ”dara xweziyê” da rûneniştiye. Bi xwezîyê dest nagihîje baqên kezîyê.

Bi înşela, bi hêvî dikim tirk tu carî dev ji irqçîtiya xwe ya li hemberî me bernadin û mafên me yên netewî nadin. Gerek MECBÛR bibin. Nuha hîn nehatine wê nuxtê, dibê em hinekî din jî zorê bidin wan. Hesin hîn baş nehatiye tawê.

Em mecbûr in di micadela xwe da cesûr bin

Di sîyasetê da, di micadelê da cesaret pir muhîm e, serê her tiştî ye, yê cesaret pê ra nemîne, li dawiyê esaret jê ra dimîne.

Lema pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek tu carî nikane bi sînga gewr û boz şa bibe.
Di micadela xwe ya ji bo azadîyê da em mecbûr in wêrek bin, cesûr hereket bikin.
Bi tirsonekiyê em nikanin tu mafî ji tirkan bistînin. Karê me zor e, lêbêyî micadelê jî riyeke din a serketinê tune ye.

21 augusti 2026

Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin ji me ra baş e

Tirkiyê bi bultena sor ji Înterpolê xwestiye serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyhu bigirin û teslîmî tirkiyê bikin. Serokê Tirkiyê bask pêva hatiye, lema zêde bilind difire.
Nabêna Tirkiyê û Îsraîl çiqasî zêde xera bibe ji me ra baş e.
Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin li kara me ye.

Dostên dijminên me hindik bin, dijminên wan pir bin ji me ra baş e.
Bi dagirkeriya Sûriyê û Îraqê mêrik aşûnî bûye. Lê Îsraîl ne Îraq û Sûrîye ye, ewê li zirarê derkeve.

Xwe ji profîlên trol û ajanan biparêzin

Di medyaya sosyal da ji bo ku kurdan berra hev bidin  gelek profîlên sexte yên navekî kurdî li xwe kirine hene.
Bi navê sexte dibin hevalê kurdan, dû ra jî xwe ji alîyekî, ji partiyekê nîşan didin û êrîşî partiyeke din û hin şexsan dikin.
Profîleke bi navê ”nazê lê bi şev ranazê” di X´ê da bû hevala min, min jî demakê ew taqîb kir.
Gava jinek min taqîb dike kêfxweş dibim, hevaltiya wê qebûl dikim, dibêjim belkî hinekî kurdî fêr bibe.

20 augusti 2026

Weysî Aktaş:Îsraîl dixwest Kurdistanekê, Îsraîleka duyem çêbike, PKKê û Ocalan qebûl nekir


Veysî Aktaşê
li Îmraliyê endamê sekreteriya Evdila Ocalan bû do li Stenbolê di civînekê da wek pantirkîstekî li dijî azadî û serxwebûna kurdan derketiye, gotiye Îsraîl dixwest Kurdistanekê çêke, PKKê, Evdila Ocalan evplan red kir

Veysî Aktaş:
”Îro ji bo ku Îsraîl kanibe hebûna xwe bidomîne li Rojhilata Navîn hewcedariya wê bi Kurdistanekê, bi Îsraîleke duyemîn heye. PKKê ev qebûl nekir. Ocalan ev red kir. Sebebekî destpêkirina pêvajoyê jî ev bû.”

Însan heywanekî hov e


Li ser tebîeta însên gelek teorî û fikrên cihê hene, fîlozofan li ser tebîet û hovbûna însên gelek tiştên muhîm gotine. Ji van fîlozofan yek jî fîlozofê alman Arthur Schopenhauer(1780-1866)e.

Min bi kurtî çend nuxteyên fikrên Arthur Schopenhauer yên li ser tebîeta însên, yên li ser hovbûna însên top kir, wergerand kurmancî. Bi bawerîya min tiştê însan dike, tiştên tînin serê hev dîtina Arthur Schopenhauer a pesîmîst tesdîq dike. Hema di vê sed sala dawî da hovîtiyên însanan kirine wahşetên mezin in.

19 augusti 2026

Gava xerab tê diranê meriv di pelokê da dişkê

Gava ji meriv ra xerab tê, diranê meriv di pelokê da dişkê. Çend roj berê ji min ra jî xerab hat, diranekî min ê pêşiyê, got qirp û şikiya. Ji ber diranê pêşî ye, xuya dike.
Nîv seeta din ezê herim ser diransaz, tuxtora dirana, hela em binêrin xanimê çi biryarê bidin.
Ev hevîr ewê gelek av hilîne, ewê li ser min biha rûne...

Ji dîktatoran ra şelaf lazim in


Fîlozof, dîplomat û tarîxzanê navdarê Îtalî Niccolo Machiavelli (1469–1527) li ser şelavên dîktatoran çend şîretên xweş kirine. Ji ber ku di nav tirk û kurdan da di van salên dawî da şelafên Erdogan û desthilata wî zêde bûne, min dîtinên Makyavellî yên li ser şelafan kir kurmancî.
Makyavellî(Machîavellî) ji prens ra gotiye:
-Şelafan li dor xwe kom bike.
Prens gotiye çima?
Makyavellî gotiye:

18 augusti 2026

Tirkan êdî dev ji xeyala endametîya Yekîtîya Ewrûpayê berdane

Konsulê berê yê Yekîtiya Ewropayê yê Enqerê Marc Pieri, bersîv daye gotina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li ser endametiya Yekîtiya Ewrûpayê.
Erdogan gotibû,”endametîya Yekîtiya Ewrûpayê êdî ne amaca me ya sereke ye."
Marc Pieri gotiye:
”Dibe ku Bruksel bi vê yekê kêfxweş bibe. Ev helwesta Erdogan li gorî sîstema Tirkiyê ye. Li Tirkiyê serweriya hiqûq zeîf bûye, edalet, civaka sivîl û medyaya azad nemaye.”

Li ku derê şer derkeve ji Erdogan ra kar e

Baran dibare, erd pesnê xwe dide, ji xwediyê zevî ra kar e. Li ku derê şer û teşxeleyek hebe ji serokê Tirkiyê Erdogan ra kar e

Îran û Îsraîl û Amerîka şer dikin, li kara Erdogan e, ji Erdogan ra baş e, pere bi ser da dibare, ji Îranê ra bi dizî delaliyê dike.
Rûsya û Ukranya malikê li hev wêran dikin, Erdogan li karê ye, ji Rûsyayê ra delaliyê dike, petrol û gaza erzan dikire.
Şerê Sûriyê derket, ji Erdogan ra bilêta serê salê lêxist, mêrik bi 
nîvhenekê welat dagir kir, bû hukumdarê Kudistana Rojava û Sûriyê.

17 augusti 2026

Xelkê îcadên wer kirine devê meriv ji hev dihere !


Di telewîzyona Swêd, kanala 1ê da programeka bi navê seniorsurfarna(surfçiyên teqawid, bi qidem)heye. Min bîstek berê lê temaşe kir. Çend car in dema lê rast têm temaşe dikim.Programeke pir xweş e.

Nivîskar, artîst, zana, entelektuelên Swêd ên herî bi nav û deng beşdarî programê dibin. 

Xanima mamoste wan fêrî bikaranîna telefonê dike.
Meriv kane bi telefonê çi karî bike, nîşanî kesên kal û pîr dide.

Agirê dilê min

Dibe ku ji bo hinekan serxwebûn, dewleteke netewî ne muhîm be, entegrasyona di nav tirk û ereban da baştir be.

Ji bo min bêdewletî, entegrasyona di nav tirk û ereban da helandina miletê kurd e, felaketeke mezin e.
Heta ku ez bê welatekî serbixwe bim, bê dewlet û bê pasaporteke netewî bim, ez xwediyê Xezîneya Qarûn bim jî agirê dilê min nakewe, ez xwe azad û bextewar his nakim. Gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet, gerek hedefa me ev be.

16 augusti 2026

Aqilê zaro pel û pincaro

Camêrekî baqil gotiye, guh medin şîretên her extîyarî, ji bîr mekin ehmeq jî extîyar dibin.
Rast e, aqil ne di umir da, ne di rîya sipî û porê sipî da di serî da ye.Extîyarên totikvala jî pir in. 
Bi qasî extîyarên(kal û pîrên) baqil û kamil, extîyarên kêmaqil û ehmeqên jî hene. Gerek ciwanên me vê rastiyê ji bîr nekin.
Aqilê zaro pel û pincaro.
Aqilê nekemilî ker û kûçik pê da birrî.

Dibê em xwedî hafizayeke xurt bin

Xwedê ji bo dilê mêrikê xizan şa bike, berê cila kerê wî wenda kir, dû ra pê dide dîtin, kêfa wî anî, dilê wî pê şa kir.

Tirk jî li hemberî me eynî taktîkê dimeşînin, berê me esîr digrin, bi salan me dixin zindanên xwe, dû ra, piştî 20-30 salên girtîgehê berdidin. Em jî pê kêfxweş dibin.
Gere kem vê zulma wan ji bîr nekin.
Gerek hafiza me wek ya masîyê zêrîn ne kêm be.

15 augusti 2026

Sê tişt hene dibê meriv nede der

Hin tişt, hin sirên meriv hene dibê meriv nede der, eşkere neke. Ji van sisê gelkî muhîm nin, meriv ji xwe ra bihêle baştir e. Ew hersê tişt jî ev in:
-Sirrê li ser zimanê xwe, perê di bêrîka xwe da, birîna di dilê xwe ji kesî ra mebêje.

-Her însan wek dilopek baran e, hinek jê dikeve ser çamûrê, hinek jê dikeve ser pelên gulê

Hz. Melana.

14 augusti 2026

Însan zû kal û pîr dibe, lê dereng baqil dibe

Salên derbas dibin, serpêhatî û tecrûbeyên jiyanê kêm zêde bêtir hiş tîne serê meriv, meriv baqiltir, kamiltir dike. Hinekan pirr, hinekan zêde dikemilîne.
Lê belê îstîsna jî hane, yanî kesên sal nikanin wan biguherînin, tim wek dema xortaniya xwe dimînin jî hene.
Yanî kurmê şîrî, heta pîrî.
Siyasetmedar û nivîskarê îngilîz Benjamîn Dîsraelî (1804–1881), li ser vê meselê gotiye, ”trajediya jiyanê ya herî mezin, em pir zû extîyar(kal û pîr) dibin, lê belê pir dereng baqil dibin.”

13 augusti 2026

Rexneya pozîtîv û negatîv

Rexne nirxandinek e, ji bo pêşdabirinê, ji bo baştirkirinê wasîteyeke pir muhîm û bi feyde ye.
Bi rexneya xwe meriv him kêmasî û şaşiya kerekî, nivîsekê, eserekê nîşan dide, him jî dixwaze wî karî baştir, tekûztir bike, feydeyekê bigihîne xwediyê kar û eserê.
Du babetên rexneyê yên sereke hene: Rexneya pozîtîv (avaker) û rexneya negatîv, ya xerabkir.

12 augusti 2026

Kurd û alimên dînî li hemberî meleyê bêedeb bêdeng neman


Meleyekî bi navê Ramîn Salihzade ji gundekî Baneya Kurdistana Rojhilat, wek Daîşîyekî har, bi bêedebî êrîşî birayên me yên êzdî kiriye, gotiye:
”Em we kafir dibînin, em we pîs dibînin. Weleh, heger derfeta herî biçûk têkeve destê me, emê nehêlin hûn yek sanîyê jî li ser vî erdî bijîn.Ev dînê me ye. Em ne ji kesî vedişêrin û ne jî 
xwe vedişêrin.”

Rêwîtiya bi tirêna şaş

Li ser kesên dane ser riyeke şaş ev teşbîh pir xweş û rast e.
-Heger te ferq kir tu li tirêneke şaş siwar bûyî li îstasyona herî nêzîk dakeve. Tu çiqasî dereng dakevî, bihayê vegera rêwîtiya te ewê li ser te hewqasî biha rûne.

Gelek kesên li tirêna Evdila Ocalan siyar bûne ji zû da ye ferq kirine di tirêneke şaş da ne, lê jê danakevin.

Kî însanan şiyar bike ew tim dibe hedefa neyar

Şevekê gur bi dizî xwe gîhand nêzî keriyê pez.

Dîk gur dît û bang da.
Kûçik bi dengê dîk şiyar bû û dest bi ewtînê kir.
Şivan bi xwe hesiya, rabû li der dora xwe nêrî.
Gundî bi qîjewîjê hesiyan.
Dewla gur bi avê neket, tirsiya, reviya. Kerî xelas bû.
Kûçik raket.

11 augusti 2026

Rexne û şîretên Sîdar Firat û bersîva min

Camêrekî bi navê Sîdar Firat nivîsên min rexne kiriye, hin şîret li min kirine, gotiye, ”Tu ji sibê heta êvarê mîna nûgihiştan li ser Twitterê gilî û gazinan dikî, tu enerjiya negatîf li der dora xwe belav dikî.”

Dû ra jî gotiye, baştir tu dev ji van nivîsên bêwate berdî û ji xwe ra karekî baştir, bi feyde bikî.
Ez nivîsên wî bersîvên xwe li jêr parve dikim.

10 augusti 2026

Gundê hirçê bike muxtarê xwe ancax di xewna xwe da hirmiyê bibîne

Teşbîheke xweş heye, fena ku ji bo me hatibe gotin, dibêje, "gundê hirçê bike muxtarê xwe, ancax kane di xewna xwe da hirmiyê bibîne..."

Miletê Erdogan û Bahçelî bike serokên xwe ancax di xewna xwe da rehetiyê, demokrasiyê bibîne.
Hûn çi bikin jî, hûn çiqas ray bigrin jî Erdogan ewê tim qezenc bike. Heta sax be ev îş ewê wiha be.
Lê em kurd jî ji tirkan ne baştir in, heta em ji wan korfahmtir in.
Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bala xwe bidin halê me, hûnê heq bidin min.

09 augusti 2026

Kurdistana Başûr bi destê kurdan dibe Erebîstan


Prof. Dr. Bedirxan Sindîyê
xemxur û dilşewatê welatê xwe û miletê xwe bangeke di cî da li serokên partiyên Kurdistana Başûr kiriye, li hemberî erebkirina Kurdistanê dengê xwe bilind kiriye, gotiye Kurdistan ji destê me diçe, hêdî hêdî tê firotin. Vê firotinê rawestînnin, nehêlin Kurdistan bibe erebîstan.
Banga şairê bi nav û deng, Prof. Bedirxan Sindî wiha ye:

Berhema xebat û keda me ya îro


Ez îro ji hal da ketime. Lawikê me Rojen îro ez û xanim birin daristaneka Hanîngeyê topkirina tirîreşkan. Bi swêdî jê ra dibêjin ”blåbär”. Bi îngilîzê jî dibêjin, ” blueberry”.

Li Kurdistanê heye, tune ye ez nizanim. Heger hebe bi kurmancî jê ra dibêjin çi ez wê jî nizanim.
Ez Qerejdaxî me, lê li bajêr mezin bûme. Lema nizanim li Qerejdaxê hene ya tune ne. Li daristanan çêdibin.

Pere û şexsîyet

Rojekê Wînston Churchîll ji bo hevpeyvînekê bi texsiyekê diçe radyoya BBC yê. Piştî digihîje ber avahiya BBC yê, ji şufêrê texsîyê ra dibêje:

-Meçe.Li dora 40 deqeyî li bende min bisekine, heta ez têm.
Şufêr Churchîll nas nake, bi kibarî uzrê xwe jê dixwaze, dibêje:
-Li qusûra min nenêre begê min, dibê ez herim malê, ezê di radyoyê da li axaftina Churchîll guhdarî bikim.

08 augusti 2026

Xirxal


Ez û xanim îro di dema gera xwe da rastî xortekî nigxirxalî hatin. Tam ne xirxal(xilxal) bû, lê wek tizbîyek rengîn kiribû bixawiya nigê xwe.
Xanimê got, viya jin dixin nigên xwe, lê wa ye vî xortî jî xistiye nigê xwe.
Me dest bi sohbeteke li ser xirxalê û ûrf û adeyên me yên berê kir.

Xirxal jî xişrekî jinan û zarokan yê wek moriyên hustu , wek bazin bû. Jinan wek bazin dixist nigê xwe, dixistin nigê zarokên biçûk jî.

Bi zorê fikrê însanan nayê guhertin

Baweriyê, fikir tu nikanî bi zor têxî serê însanan, hin tişt bi zor nabe, dibê wext were.
Gul, heta wexta wê neyê venake. Dar heta wexta wê neyê fêkî nagire.
-Tu kanî hespê bibî avdanê, lêbelê tu nikanî avê bi zor pê bidî vexwarin.

Tu kanî rastiyê nîşanî însanekî bidî, lêbelê tu nikanî pê bidî fikirandin.

Bêdengî zaliman cesûr û zulmê zêde dike

Ji Nemrûd pirsîne, gotine:

-Tu çawa bûyî merivekî heqasî zalim?
Nemrûd gotiye:
-Ji ber ku min çi kir kesî deng nekir, deng ji kesî derneket lema.
Ji ber ku deng ji piraniya me dernayê, lema dewlet kane vê zulmê li me bike, nehêle zarokên me jî bi zimanên xwe bixwînin.

07 augusti 2026

Îsmet Ateş jî ji me û ji dinyayê xatir xwest


Serokê DDKDa Anqerê yê ewilî Îsmet Ateş îro li Stenbolê wefat kir.

Îsmet Ateş dostekî minê destpêka salên 1970î bû. Di sala 1975a da hat mitînga Wêranşarê, çend rojan li mala me ma, dostaniya me dest pê kir.
Li Anqerê jî heta 1979a me çend caran hevdu dît. Ez bawer dikim sê sal berê bû carê bi riya birayê min Fûad em bi telefonê bi hev ra peyivîn, me li halê hev pirsî, me got înşela emê rojekê rû bi rû hevdu bibînin. Lê wer nebû qismet.
Çend roj berê ji nişka ve hat bîra min, min got ezê pê ra bipeyivim.

Aş çûye bi dû çeqçeqê nekevin

Te çi çandibe tu yê wiya biçînî. Te ceh çandibe tu nikanî birincê ya jî genim biçînî.

Psîkolog, fîlozofê alman Erch Froom gotiye:
-Însan di hilbijartinên xwe da azad in, lê belê mecbûr in tehamulî netîceyên hilbijartinên xwe jî bikin.

Yên ji Evdila Ocalan ra li çepikan xistin, piştgirî danê, kirin serokê xwe mecbûr in tehamulî netîceyên piştgiriya xwe bikin.

Çend gotinên Îmamê Xezalî


Îmamê Xezalî (1058–1111)yek ji fîlozof, zana, huqûqnas  û sûfîstekî mezin ê alema îslamê ye. Li Xoresanê, li bajarê Tusê hatiye dinê û li wir miriye. Li ser psîkolojiya însên, zanînê û siyasetê gelek tişt nivîsîne...

Hin nivîs û kitêbên wî tercumeyê kurmancî jî bûne. Weşanxaneya Nûbiharê hin eserên wî weşandine.
Gotin û aforîzmayên wî meşhûr in, piraniya wan li ser exlaq, dil, ilim, zanîn û li ser psîkolojiya însên in.

06 augusti 2026

Ez naxwazim bibim yekî li gorî dilê piraniyê

Ez ne mecbûr im bibim yekî li gorî dilê piraniyê, wek piraniyê bifikirim, tiştên li gorî dilê piraniyê binivîsînim.
Ez ne dixwazim bibim şelafê şexsan, ne jî yê piraniyê, yê civatê. 

Ez yekî li gorî xwe me. Şexsîyeta min tu carî naguhere, ji çi bawer dikim bi zimanekî maqûl wiya dibêjim. Fikrê min kane şaş be, kane rast be, mesûl ez im.
Şexsîyeta min tu carî naguhere, belê fikrê min, miamela min li gorî şexsan diguhere.

Qanûna dewletê ya ji bo PKKê eşkere bû

Pêşniyaryasaya, qanûna Tirkiyê û PKKê li ser li hev kirine do eşkere bû. Herkes li gorî xwe rexne dike, diparêze, navekî lê dike.

Qnûn 12 xal in. Navê wê kirine, ”Qnûna Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Netewî”.
Yanî xurtkirina Tirkiyê. 

Li gorî qanûna pêşniyar kirine, PKK,KCK û hemû rêxistinên girêdayî PKKê ewê dawî li hebûna xwe bînin û sîleh û cebilxaneyên xwe gişî teslîmî dewletê bikin.

05 augusti 2026

Tuncer Bakirhan tiştê ji 244 hezar abhazî ra dixwaze ji 25 milyon kurd ra naxwaze

Serokê partiya DEMê Tuncer Bakirhan gotiye,“Bira pasportên Abhazyayê li ser derîyên sînorên me werin qebûlkirin. Dibê ev şerm êdî dom neke.”

Nufûsa Abhaziyayê 244 hezar e, herêmek Gurcîstanê ye. Tuncer Bakirhan efendî dibêje gerek Tirkiye Abhazyayê wek dewlet qebûl bike û pasportên abhaziyan red neke.

Lê li dij e 25 milyon kurd ji bindestiya tirkan derkevin, wek abhaziyan bibin xwedî dewlet û pasporta netewî.

Me li warekî nuh salek li pey xwe hîşt

Li vî warê me yê nuh, li Hanîngeya şîrîn îro salek me qediya.

Salek berê îro(5/8-25)me mal bar dikir, em li Alby bûn, erebe li ber malê bû, em di hingedinga malbarkirinê da bûn. Hundur malê kaos bû. Em ketibûn sitreseke mezin.
Nuha, em li warekî din in, em li Hanîngeyê, di xaniyekî din da ne. Warê me yê berê ji me ra bû wek xewnekê, êdî em wek xewnekê qala salên xwe yên li Alby dikin.

Sun Tzu û Senetê Herbê


Sun Tzu general, stratejîst, fîlozof û nivîskarekî çînî yê kevnar e. Wer tê bawer kirin ew du hezar û pêncsedsal berê, di navbera salên 544–496 b.z. jiya ye.

Kitêbeke wî ya gelkî meşhûr a bi navê "Senetê Herbê" heye.
Gava di medyaya sosyal da ez rastî gotinên Sun Tzu hatim, min xwest wê kitêba wî bikirim û bixwînim. 

Ez çûm kitêbxana herêma me, kitêb tunebû, ji min ra temî kirin. Piştî çend rojan kitêba hat, min do qedand. Zimanê wê giran e.

04 augusti 2026

Li ser serdana Nêçîrvan Barzanî a Şamê

Nêçîrvan Barzanî do, di roja salvegera Qetlîama Şengalê da çû Şamê, bi serokê Sûriyê, yek ji emîrê daîşê yê berê Ahmed Şar-Colanî ra hevdîtin kir.

Ez ne li dijî têkiliyên bi Sûriyê ra me. Colanî berê çi be jî nuha serokê Sûriyê ye, muxatabê kurdan ew e, kurd mecbûr in pê ra bidin û bistînin. Ev temam.

Lê di roja qetlîama êzdiyên Şengalê da serdana Şamê gelo rast e?Ez bi xwe rast nabînim. çima serdan ket vê rojê?

Qederê jiyaneka rezîl kiriye para me

Jiyan carnan mafê hilbijartinê nade meriv. Meriv mecbûrî şiklekî jiyanê dike; carnan jiyaneka baş dibe par, qismet û nesîbê meriv, carnan jî jiyaneke rezîl û kambax.

Me kurdan ev jiyana bindest, rezîl bi îrada xwe ya azad hilnebijartiye, em mecbûrî vê jiyana bindestiyê ya rezîl bûne. Qederê(felekê) jiyaneka rezîl kiriye para me


Ji bo ku em vê jiyana rezîl, a di bindestîyê da, ya qederê em mecbûr kirine biguherînin 150-200 sal in em li ber xwe didin, em dixwazin bibin xwedî dewleteke netewî, lê em bi ser nakevin.

03 augusti 2026

Pirsa Haham Herbert Samuel û bersîva Einstein

Haham Herbert Samuel Goldsteinê amerîkî di sala 1929a da bi têlgirafekê ji Albert Einstein pirsîye:

”Baweriya te bi hebûna Xwedê heye ya na?"*
Bersîva Albert Einstein wek manîfestoyeke tarîxî ye, gotiye:

"Ez ji Xwedayê Spînoza bawer dikim, yê ku xwe di ahenga qanûnî ya gerdûnê da nîşan dide, ne ji Xwedayekî xwe tevlî çarenûs û kiryarên mirovan dike, bi guneh û sewabên însên yên rojane mijûl dibe.”

Paşnavê wî el Kurd e lê bûye filistînî


Nivîskar, rojnamevan Goran Rosenberg di rojnameya Expressen a swêdî da li ser du nivîskarên filistînî û du kitêbên wan sekinîye. Navê yekî Raja Shehadeh e, navê yê din jî Mohammed el Kurd e.

Navê kitêba Mohammed el Kurd, bi îngilîzî: 
”Perfect Victims and the Politics of Appeal” e.
Bi swêdî: PERFEKTA OFFER OCH VADYANDETS POLITIK E
Bi kurmancî meriv kane bibêje, ”Qurbaniyên Bêkêmasî û Siyaseta Libergerê.”

Goran Rosenbeg, bi eslê xwe yahûdî ye, çepekî maoîstê berê ye. Piştgirekî filîstîniyan yê pir aktîv e.
Navê Mohammed el Kurd bala min kişand, min xwest bizanibim ew kurd e ya ereb e?

02 augusti 2026

Fîlê zincîrkirî û bêhêvîtiya hînbûyî


Rewşa me kurda li her çar perçeyên Kurdistanê jî nebaş e. Tiştên li Rojavayê Kurdistanê bi micadeleyeke bêhempa û bi xwîna bi sedan şehîdan hatibû bidestxistin hema hema gişk ji dest çûn. Rewş wer xuya dike.

Li Başûrê Kurdistanê jî rewş pir xerab e. Emerîkayê leşkerên xwe û sîstema Patrîot ji Hewlêr rakiriye. Hukûmet tune, meclîs girtî ye.
Yanî serîhildan û qezencên li Kurdistana Başûr û rojava da hatibûn bidestxistin hemû kanin ji destê me herin.

Gelo Amerîka dike dev alîkariya Kurdistana Başûr berde?

CENCOMê(Amerîkayê, Brîtanyayê, Fransayê, Almanyayê bi sedan leşkerên xwe û sîstema parastina asmanî ya li dijî dronan ji Hewlêrê vekişandiye.
Berpirsiyarên Amerîkayê nabêjin leşker û sîstema parastinê birine ku derê. Lê îhtîmal heye biribin Urdunê. 
Hêvî dikim ev vekişandina ji Kurdistanê ne bi temamî be, ne terikandina kurdan be.
Heger Amerîka û fransa dev ji parastin û piştgiriya kurdan berdin pir xerab e.

01 augusti 2026

Her însan tiştê layiqî xwe dike

Her pirs, her gotin ne hêjayî bersîvê ye. Hin însan ne hêjayî meriv bersîvê bide wan.

Yekî gotineke gelkî ne xweş ji min ra gotiye. Min bersîv nedayê, ew asteng, biloqe kir.
Yê qîmeta diya xwe bizanibe ji dîya xelkê ra xeber nade. Lê wiha ye, her însan tiştê pê dikeve, tiştê layiqî xwe dike, çimkî qelîte, şexsîyet ne tiştekî tesadufî ye.

Ji bona em kanibin azad bibin dibê em çi bikin?

Mîsyonerî amerîkî Oseph Plumb Cochran
bi Şêx Ubeydullah ra, li dora 1880

Ji serîhildana bavê neteweperweriya kurdî Şêx Ubeydulahê Nehrî vir da ye, 150 sal e kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî dagirkeran serî hil didin, dixwazin welatê xwe rizgar bikin, bibin xwedî dewleteke netewî.
Lê bi ser nakevin, tim bi zirareka pir mezin têk diçin; 3-40 salî nikanin werin ser xwe, pişta xwe rast bikin.

Şêx Ubeydulahê Nehrî pir xurt bû, xwedî hêzeke mezin bû, di sala 1880î da heta Mahabadê û Urmiyê girt.

31 juli 2026

Ereban dest bi dagirkeriya Îspanyayê kirin


Ereban ji Fasê dest bi dagirkirina Îspanyayê kirine. Di nav çend rojan da 49 hezar kes, ji sedî 99 xort ji bahrê derbasî bajarê Ceutayê bûne. 

Lê ev destpêk e, heger hukûmeta Îspanyayê, Yekîtiya Ewrûpayê tedbîreke sert, cidî negirin di nav çend rojan da jimar ewê derkeve milyonan.
Îspanyayê ev dagirkirin heq kiriye. Hukûmetê di meha nîsanê da ji bo milyonek û 200 hezar koçberên qaçax efû derxistin, mafê rûniştinê û xebatê dan wan. ji bo wê jî xelk tahmijî.

Li ser Wêranşara 50 sal berê hin bîranîn


Malpera Tarîxa Wêranşarê(Viranşehir Tarihi)di Facebookê da fotografekî 50 sal berê parve kiriye. Malperê gotiye, fotografê çend xortên wêranşarî yên sala 1976a çûne şeva Wêranşarê ya li Anqerê. Fotograf bi rastî yê wê rêwîtiyê ye ya na ez nizanim.

Ji yên ew rêwîtî organîze kirin yek jî ez bûm. Em bi otozekê çûn Anqerê. Lê sal ne 1976, gerek 1975 be.
Ez dixwazim qala çîroka berî wê rêwîtiya me bikim. Li Wêranşarê çi qewimî, me komela pêşî ya Wêranşarê (navê wê nayê bîra min)çawa ava kir û mitînga Wêranşarê çawa çêbû?

30 juli 2026

Meriv ji ku dera zirarê û xeletîyê vegere li karê ye

Şertên, hewa demê û civata meriv tê da dijî tesîrê li fikir û tevgera meriv dike, meriv di bin tesîra der û dorê, civatê da dimîne.

Gelek caran meriv bi ya piraniyê dike, di bin tesîra dost û hevalan da dimîne û hin xeletiyan dike, hin gavên şaş davêje, lê belê bedelê xeletiya xwe tim bi tenê dide.
Di 50 salên dawî da gelek însan ji ber ku bi ber bayê piraniyê ketin, di bin tesîra piraniyê û şertên wan rojan da man bedelên pir mezin û giran dan. Hinekan bedelên pir mezin dan.

29 juli 2026

Kal Marksê bi teoriya xwe dinya hejand nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ra bikire


Çend roj berê min di derekê da xwend, Karl Marks hewqasî feqîr bûye, dema keça wî Fransîzka di 1 saliya xwe da miriye, perê wî tunebûye jê ra tabûtekê bide çêkirin.

Ez pir di bin tesîra vê agahiyê da mam, min dest pê kir li ser jiyana Marks a li sirgûniyê hin tişt xwendin.
Karl Marxê(1818-1883)Kapîtal nivîsî, bi fikir û teoriyên xwe yên li ser aboriyê dinya li bin guhê hev xist, bi milyonan însan kirin heval û heyranên xwe, nikanîbûye ekonîmiya xwe tekûz bike, nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ya 1 salî ra bikire.

Ehmed el Şara nehîştiye parlamenterên kurd beşdarî civîna parlamentoyê bibin

Parlamentoya Sûriyeyê di civîna xwe ya duyemîn a li ser muswedeya destûra hundur da bêyî parlamenterên kurd civiya ye.
Dîyar e nehîştine ew beşdarî civînê bibin. Heger ne were be parlamento çawa kane bêyî wan bicive?
Bi baweriya min ne surprîzeke mezin e. Gava hêza te ya leşkerî tunebe, dijmin ji te netirse, tu parlamenter be jî te nagire civînê.

Gava Colanî-Ehmed el Şera te negire civînê tu kanî çi bikî, çi zirarê bidê?
Mesele ev e, dibê çoyê te hebe, tu ne destvala bî. Çimkî dijminê te bi sîleh e.

28 juli 2026

Mamosteyê numûne û feydeya zanînê

Rojekê mamosteyekî ciwan li bajêr rastî mamostê xwe yê dema zaroktiyê tê. Bi dîtina mamostê xwe pir dilşa dibe, silavê didê, dixwaze xwe bi mamosteyê xwe bide nasîn.
Mamosteyê kal wî nas nake, nayê bîra wî.
Mamostê ciwan dibêje:
-Mamoste, ez xwendekarê te bûm. Sebebê ez bûm mamoste tu yî, min tim xwest ez bibim yekî mîna te. Min tu ji xwe ra kir mînak, îdol. Ji bo ku min tu ji xwe ra kir numûne, ez gihîştim vê rewşa xwe ya îro.
Mamosteyê kal dikene, dibêj:

27 juli 2026

Min got ez dîsa çend xîçan bavêjim ji zimanê Rûdawê da

Ji zû da ye min zimanê Rûdawê rexne nekiriye. Ez zanim guh nadin rexneyên min, belkî jî pê dikenin. Lê ew bi kêfa xwe ne, ezê fikrê xwe bibêjim.
Helbet Rûdaw tenê van gotinan bi kar nayne, hinek wan çêdikin û dixin ferhengên dijîtal. Rûdaw jî belkî ji wan deran digre.
Medyaya kurdî ji dêlî kurmancî bi pêş da bibe, bi xelkê bide fêrkirin, kurmancî dike gêrmiyagavanan û hevnîsk û xelkê ji kurmancî sar dikin. Belkî ez neheq im, lê wer dibînim.
Ka ez werim ser çend numûneyên ez wan şaş dibînim, ji gelekan jî fêm nakim.

Hin tiştan û hin kesan ji nedîva werin

Dibê meriv hin tiştan ji nedîve were, fena ku nedîtibe, nebihîstibe. Ev yek ne safîtî ye, ne jî xemsarî ye.
Meriv bersîvê bide her tiştê nakeve serê meriv, xwe bi ber her gotinên berradayî xîne merivê biweste, ji hal da bikeve.

Meriv her gotinê, her rexneyê, her beyana nizanim kê, kîjan siyasetmedarî cidî bigire, ji xwe ra bike derd, meriv hişberde, kezebreşî bibe.

26 juli 2026

Hinek dişibin sêva xerabûyî


Di platforma da xortekî bi profîla Xwe Kurdî, li ser kurdên bi tirkî dinivîsin, nivîskar û edîbên tirkî ne, bi miletê xwe ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin, civîn, konferansên xwe bi tirkî çêdikin, li gundan bi gundiyan ra bi tirkî dipeyivin teşbîheke xweş kiriye; ew şibandine sêveka xerabûyî...
Em kurd gerek siyaseta xwe bi kurdî bikin, siyaseta bi tirkî xizmeta ji helandina kurdan ra ye.

Çend foto û bîranînên 16 sal berê


Facebookê îro dîsa bîranîneke pir xweş, ji bo min tarîxî aniye bîra min. 16 sal berê îro li Kurdistanê, li Diyarbekrê bûm, bi sê birayên xwe ra û biraziya xwe ra bûme, li ba dayika xwe ya gorrbehişt bûme. 16 sal wek xewnekê derbas bûn.

Piştî 30 sal sirgûna ji ber zulma Roma Reş di sala 2010a da vegerîyam welatê xwe, Wêranşara xopan.

Nigên min ji erdê hatibûn birrîn, li asîmanan difiriyam. Her tişt, her der, bajar, kuçe û kolan hatibû guhertin.
Wêranşara berê apartmaneke netemamkirî lê hebû, bi hezaran apartman lê çêbûbûn. Mehelên nu hava bûbûn. Aşxane, pastexane, otêlên modern, pir xweşik lê ava bûbûn.

Çîroka keşe û haham

Rojekê keşeyek ji hahamê dostê xwe ra dibêje:
-Ez dixwazim tu Tewratê fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham dibêje:
-Nabe, tu ne cihû(yahûdî) yî, serê te wek yê cihûyekî naxebite. Ne mimkûn e tu gotinên Tewratê fahm bikî.
Keşe israr dike, dibêje gerek tu fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham razî dibe. Dibêje lê şertekî min heye. Ezê pirsekê ji te bikim, heger tu bersîveke rast bidî, ezê fêrî te bikim.

25 juli 2026

Tevnên xaltiyên min




Salek berê min rismê van têrr û heqîban parve kiribû. Sê tejikên biçûk jî hene. Diyariyên, tevnên du xaltiyên min û xwesiya min in. Facebookê îro aniye bîra min, gotiye salek berê te ev risim parve kiriye. Baş bû ku anî bîra min, min di bloga xwe da belav nekiribû. Heger min parve kiribe jî nayê bîra min.
Nuha ezê di bloga xwe da jî parve bikim. Qenekê ewê wenda nebe, rehettir were dîtin. Heger dubare be jî zirar tê tune ye.

Salek berê dema min di Facebookê da belav kiriye, min wiha nivîsîye:
”Xanimê îro ji qulik û kûrikên malê hin tiştên entîke, hêja derxistin.

Yek têrr e, yek jî heqîb e, hersiyên din jî cil û çewal in. 

Li ser extîyariyê, baqiliyê û hin tiştên din çend aforîzmên meriv jê aqil digre

Min gelkî dixwest berî kalbûnê, di xortaniya min da aqilê min ê nuha bi min ra hebûya.
Aqilê min ê nuha çawa be jî, hin kêmasiyên wî hebin jî ji yê xortaniya baştir e. Ez wer bawer dikim. Baqiliya kalbûnê hinekî dereng e.

Li ser ser exttîyariyê, li ser aqil û hin meseleyên din çend aforîzmên xweş, yên meriv jê aqil digre.

24 juli 2026

Do 38463 carî bloga min Hindik Rindik hatiye tikandin

Îro min bala xwe da îstatîstîkên tikandina, serlêdanên bloga xwe Hindik Rindik. Dema min tikandina do, reqema 38463 dît ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir; min got miheqeq şaşiyek çêbûye.

Ji bo ku ez bizanim reqem rast e ya jî şaş e, min ji birêvebirê(webmasterê)bloga xwe Emer Farûk Baran pirsî. Min 15 hezar tikandin, serdan dîtibû, lê 38463 aqilê min tevlihev kir. Lema min xwest Emer Farûk Baran kontrol bike, gelo reqem rast e ya jî şaşîyeke teknîkî bûye?

Gundî êdî hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin


Li Erzeromê û li gelek bajarên din ên Kurdistanê ji ber ku êdî bikirên( mişterîyên, têcirên) hirîyê nemane xelk hirîya xwe ya belaş dide cîranan û kesên dixwazin, ya jî neçar dimînin bişewitînin û bavêjin.

Cara pêşî ye dibihîzim kurd hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin.
Li Kurdistanê belaş belavkirina hirîyê, şewitandina wê tiştekî nuh û ecêb e. Maneya xwe di civata me da, di jiyana miletê me da guherîneke pir mezin çêbûye; çimkî êdî kes hirîyê bi kar nayne, davêje, dişewitîne.

23 juli 2026

Ferqa nabêna şîna me û ya swêdiyan

Şîna(tazîya) swêdiyan ne wek şîna me ye. Swêdî mirinê bê gilî û gazin, bê girî qebûl dikin.
Gava yek dimre swêdî wek me hestên xwe nadin der, nagirîn, jin kilamên şînê nabêjin, 2-3 rojan şînê çênakin, kes naçe sersaxiyê.
Jin li xwe naxin, guliyên xwe jênakin, ruyên xwe perîncok nakin, jin bi salan reş girênadin.Berê li Kurdistanê ev adet jî hebû, jinan ji bo ku xemgîniya xwe nîşan bidina ruyên xwe perîncok dikirin.
Belkî ev adet nuha nemaye, berê hebû.

Şîna swêdiyan şexsî ye, bê girî ye û bê deng e.

22 juli 2026

Çîroka gotina Bîstro !

Bistro, navê cureyekî aşxaneyên, qahwexaneyên piçûk e. Bi gelemperî xwarinên sivik, herêmî pêşkêş dikin. Ev gotin xwedî çîrokeke balkêş e.

Gelek kes dibêjin gotina ”bistro” ji peyva rûsî "быстро" (bystro) tê. Maneya wê "zû/ecele"ye.

Li gorî xwediyên vê baweriyê, di sala 1814a da dema rûsan Parîs dagir kirin, eskerên rûs li aşxane û li meyxaneyan ji payina zêde aciz dibûn û bi garsonan da diqîriyan, digotin: "Bystro, bystro!" (zû bike, zû bike!).

21 juli 2026

Dawiya dawî poşmanî ye

Fîlozofê danîmarkî Søren Kierkegaard li ser poşmaniyên însên tiştekî balkêş gotiye. Li gorî wî, tu çi bikî jî dawî poşmanî ye.

Tu bizewicî tu poşman dibî; tu nezewicî tu dîsa poşman dibî; dixwazî bizewice, dixwazî nezewice tu yê poşman bibî.

Dibêje, guh mede ehmeqiyên dinyayê, pê bikene û derbas be, tu yê poşman bibî; tu guh bidê jî tu yê poşman bibî.

20 juli 2026

Dibê meriv tarîxa xwe bi xwe binivîsîne

Dijminên me, dagirkerên welatê me tarîxa me talan kirine, nehîştine em tarîxa xwe binivîsin. Tiştên me nivîsîne jî ya talan kirine, ya jî ji me veşartine. Xwestine ne em, ew tarîxa me binivîsin; ji bo ku me înkar bikin, me miletekî bê mîrat, bê edebîyat, bê berhem nîşan bidin. Aleksandr Puşkîn gotiye:

-Heger hûn dixwazin paşaroja xwe(taliya xwe) binivîsin qelemê nedin destê hinekên din.

Dîndarên me çima ne wek yên faris, ereb û tirk in?

Dîndarên her miletî ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe, ji muzîka xwe hez dike; ji bo wê dixebite, nasyonalîstê miletê xwe ye.
Dîndarên ereb ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk nasyonalîstên ereb in.
Dîndarên tirk ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk nasyonalîstên tirk in.

19 juli 2026

Civatên paşdemayî ji kesên kêmkaqil hez dikin

-Civata pêşketî ji merivên bêaqil ditirse, civata pêşneketî, paşdamayî ji merivên baqil ditirse.
J. M. Goetzee

Ji bo wê ye li Tirkiyê merivên baqil, jîr, pak, kurd tim di bin êrîşê da ne; ciyê wan ya zindan e, ya jî sirgûn e, nahêlin merivê baş, pak, baqil bîna xwe bigirin. Ji wan ra merivên kêmaqil, cahil lazim in, ji bo ku kursîya wan nekeve talûkê.

Îngilîstanê Fransa perîşan kir


Do bi şev heta derengê şevê me li maça Îngilistanê û Fransayê temaşe kir. Maçeke ecêb bû. Îngilistanê 6-4 qezenc kir, Fransa perîşan bû. 
Berî maç dest pê bike, min got, "
Ez ditirsim înilîz qezenc bikin." Tirsa min rast derket. Bi rastî jî qezinc kirin. Lê bi ferqeke mezin, 6-4 Fransa perîşan kirin.

Di maçekê da 10 gol na karê aqil e. Heta 11 gol hatin avêtin. Hekem goleke Îngilîstanê şewitand, got ofsaîd e.

18 juli 2026

Germîyana me kin ajot, îro ewr û baran e

Stockholm do belkî 30 derece germ bû, her der dikeliya. Îro 18 derece ye, ewr e, bîstek din baranê bibare.

Yê min germ ne xema min e, ji germê ra jî, ji sermayê ra jî ez ne zeîf im, deyax dikim. Lê xanima min, Azad û Rojenê me perîşan dibin, bi taybetî jî xanim difetise, xwîdan jê diherike.
Ji bo wê jî do perîşan bû. Do kar pir bû, mîvanên xerîb, havalên zarokan jî hatibûn, mal qelebalix bû û dinya jî dikeliya.

Îran dev êrîşên ser Kurdistana Başûr bernade.

Êrîşên Îranê û çeteyên wê yên ser Kurdistanê nasekine. Do bi şev êrîşî Silêmaniyê û Hewlêrê kirine. Sîstema parastinê ya Hewlêrê 4 dronên Îranê xistine.

Gerek siyasetmedar û serokên kurd êdî baş fêm bikin, ew çi tawîzê bidin dagirkerên Kurdistanê jî Îran dev ji êrîş û neyartiya kurdan bernade.
Ji dijmin ra sînor tune. Bi dijmin ra zarê xweş, pişta xurt, saxlmem lazim e.

17 juli 2026

Êdî dor hatiye kalbûna zarokên me

Fotoyekî 4 sal berê. Lawikê me Azad, xanim û ez

Îro him rojbûna lawikê me yê mezin Azad e, dibe 50 salî, him jî rojbûna neviyê me Leo Ronî ye; ew jî dibe 1 salî. Em herdu rojbûnan bi hev ra pîroz dikin.

Facebokê pîrozbahiya Azad ya 4 sal berê anîye bîra min, mala wê ava be. Facebook bi van bîranînan tiştekî baş dike.
Dîtina 50 saliya ewldê xwe xweş e, êdî ne zarok û ne jî xort e, peyê mezin e, rî û por sipî kiriye.