01 juni 2026

Do bi şev me bi Civata Xwendina Xatirayan ra sohbeteke xweş kir


Civata Xwendina Xatirayan kitêba min ”Rojnivîskên Sirgûnekî” xwendin û do bi şev di Zomê da fikrên xwe, dîtinên xwe, rexneyên xwe gotin.

Civata xwendinê çend xortên edebîyathez in, hinek romanan, hinek çîrokan, hinek şiîrê, hinek jî bîranînan dixwînin, dûra li ser berhemê sohbet dikin. Însîyatîfeke pir baş e.
Civatgerê(moderatorê)sohbeta me Mihemed Qaxizmanî û Qesîm Etmankî bûn.

Omer Farûk Baran jî wek redaktorê kitêbê beşdarî sohbetê bû, wî jî li ser hilbijartina rojnivîskan û di heqê naveroka rojnivîskan da fikrê xwe got.
Seet û nîvekê me sohbeteke pir xweş kir. Kêfa min pir ji sohbeta bi keç û xortan ra tê. Li ciwanan guhdarîkirin, fêrbûna dîtinên wan, hestên wan min pir dilşa dike.
Bi giştî kêfa wan ji rojnivîskan ra hatibû û bi kêfxweşî xwendibûn.
Hin kesan xwestin ez hin bûyerên min qala wan kirine zelal bikim.
Hin kesan li ser guherîna fikrên min hin pirs ji min kirin.
Min jî bi kinî bersîva pirsan da û hin tiştên dihat meraqkirin zelal kir.
Sohbeteke pir xweş bû.
Sipas ji Mihemed Qaxizmanî, Qesîm Etmankî, Omer Farûk Baran û keç û xortên Rojnivîskên Sirgûnekî xwendin û fikrên xwe bi min ra parve kirin. Mala gişan hezar carî ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar