Heta ji me tê gerek em dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin. Xebata me gerek tim ji bo vê be.
Ji me kurdan ra hezar dost kêm in, dijminek pir e. Dijminên
me ne yek e, çar in, her çar jî fena gurên har in. Dostên me yên ji dil jî
hindik in. Bi îdeolojiya çep û îslamîzmê em dostên xwe kêm, dijminên xwe zêde
dikin.
Miletekî wek me bindest motajî alîkariyê ye, hildana ala
çepîtîyê û îslamîzim, neyartiya Amerîkayê, Îsraîl û Xerbê ya jî ya welatekî din
ne karê me ye.
Dijminên me dagirker in, wekî din dibê em dijminatiya tu
kesî nekin.
Ma filistînî bêyî îsraîl dijminatiya kesî dikin?
Hîn ku sax e xatir zanibe, mir şûn da tu tim bikî ax wax, li
xwe xîne jî fêde nake, yê mirî nabihîze.
Em kurd bi piranî piştî însan dimrin li ser dinivîsin, pesnê
wan didin.
Xweştir e însan di saxiya xwe da mêweyên xebata xwe tahm
bike, bibîne karê wî, xebata wî tê teqdîrkirin.
XXX
Hevalê pîs meriv jî bi xwe ra pîs dike. Nebin hevalê merivên
pîs, nedin dû kesên pîs.
Kesê pîs nekin berdevk û siyasetmedarên xwe.
Gotineke heye, dibêje, ji min ra hevalê xwe bibêje, ez ji te
ra bibêjim tu kî yî.
Çimkî hevalê meriv yê nêz kane tesîrê li meriv bike.
XXX
Menzîla bergîran kin e, hespên kihêl yên cirî da ne, menzîla
wan dirêj e. Bergîr nikanin bi hespên kihêl ra bibezin.
Bîna, menzîla, tehamula her kesî tune ye di siyaseta kurdî
da dûmdirêj û bi îstîkrar be. Hin kes zû diwestin, zû dev ji micadelê berdidin.
XXX
Meleyên Îranê yên celad agir kiribûn dawa xwe, har bûbûn,
digotin ew çi nerindiyê, çi fêsadiyê, çi qetlê bikin ewê ji wan ra bimîne.
Lê dawiya dawî rastî bela xwe hatin. Amerîka ewê wan
bixesîne.
Kûz her roj diçe avê, rojekê sax venagere. Aynê kurdan,
mezlûman ji wan ra nema.
Donald Trump gotiye Îranê qebûl kiriye sîlehên atomî çêneke.
Dibê meriv bi sozên meleyan bawer neke, di bin ra ewê dîsa çêkin. Dibê li ser
hukim nemînin.
Şalê Amerîka hinekî din wan bikute, di vê serdemê da gerek ev celad li Îranê ne desthilat bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar