31 maj 2026

Her tiştê bi navê şiîrê tê belavkirin ne şiîr e

Her şair ne şair e, her şiîr jî ne şiîr e.
Lê merivê viya çawa ji hev bigerîne, pîvana kîjan şiîr e, kîjan ne şiîr e çi ye, merivê çawa bipîve?
Ev minaqaşeyeke pir kevn e û pir jî zor e. Pîvaneka gelemperî ya mişterek, ya her kes li ser hemfikir e tune ye.
Lê her çiqas pîvaneka her kes li ser mitefiq, ya mişterek tunebe jî şiîrên ne şiîr in û şairên ne şair in hene.

Berî her tiştî kesê şair dibê hakimê zimên be, teknîka şiîrê zanibe û ruhşair be, ruhê wî, hestên wî, dilê wî yê şairan be. Belê, hin kes ruhşair in. Çawa ku dengê her kesî ne xweş e, nikane bistirê, çiqasî zane be jî her kes nikane bi şair be.

Her kesê kurmancîya wî hinekî baş kane şiîrê binivîsîne. Lê bi viya nabe şair.
Min jî çend heb nivîsîne, bîna şiîrê ji wan tê, lê ez dibêjim ne şiîr in, her kesê kurmancî zane kane wan binivîsîne. Wek numûne sê heb ev in:

Min xewnek dît
xewnek bi xof bû
şiyar bûm
xew li min gerîya
dikim nakim xewa min nayê
xem û xeyalên salan li min kom bûne
pir in, yek dihere, hezar tên
çiqasî ji dor xwe diqewitînim
çiqasî ji wan direvim dawî nayê
derd pir in
xeyal hezar in
şev zîz bûye
destê sibê ye
ez û bêdengî mane bi tenê
ne oda xalî,
ne bêdengî bi min ra dibe pîbar
ne jî xeyalek xweş bi tenêtiya min ra dibe heval
rê dûr e,
barî giran e
ez û tenêtî û çend xeyalên salan û oda xirûxalî
berbang ne dûr e,
hindik maye…

XXX

Dilo qet xemgîn û poşman nebe
rêya te rast e
hinekî din bişewite
hinekî din hez bike
hinekî din biweste

dildarî wer ne hewanteye
dibê tu îspat bikî
pir çû hindik ma
hinekî din xwe bidê dilo
rêya te rast e

dom bike
neweste

dildarî ne rehet e

XXX

Dilê ji bo azadiyê lênede
ne tu dil e
kurdê Kurdistanê nexwaze
kurdekî kêmaqil e
dilê bi rastî dil be
ji bo azadiyê ewê tim kil be
kurdê bi rastî kurd be
Kurdistana azad ewê tim li dil be

2013-11-10

 Baş e, gelo însanên ruhşair hene?

Erê hene, lê pir hindik in.
Hin kes hene gava meriv li wan guhdarî dike, gava meriv bi wan ra sohbet dike, meriv di cî da bi dilzîzîya wan, bi hestên wan ên tenik dihese.
Dixwazim qala  sê navan tenê bikim.
Mesela Arjen Arî rahmetî merivekî ruhşair bû, lema şiîrên pir baş nivîsîn.
Fatma Savcî xanim ruhekî şairiyê pê ra heye, lema şair e, şiîrên baş dinivîse.
Ez dixwazim li vir navê Omer Faruk Baran jî bidim.
Omer Faruk Baran jî merivekî ruhşair e, heger bixwsta kanîbû bibe şairekî pir baş.
Demakê bi tirkî şiîrên pir baş dinivîsî. Nameyên ji ”xalê xwe ra” dinivîsî şiîrên pir bi qalîte bûn. Hêvî dikim ew navêtibin. Ez bûbûm muptelayên wan.
Min bi ser da kir pitepit, min tim got bi tirkî nenivîsîne, gerek yekî wek te bibe şairekî kurdî, nivîskarekî kurdî.
Dûra dev ji nivîsîna şiîrên bi tirkî berda û bi kurmancî jî nenivîsî. Bi kurmancî tiştên din nivîsî, podcastên pir xweş, wek şiîran çêkir.
Heger şiîr nivîsîbe jî haya min jê tune. Ruhê şairiyê pê ra heye, bi kîjan zimanî binivîsîne ewê bibe şairekî pir baş.
Belkî ez bûm sebebê bi tirkî nenivîsîne. Ez xwe sûcdar his dikim. Heger bi tirkî nivîsî ba nuha şairekî mezin bû. Lê di kumancî da jî kane bibe şairekî mezin, lê xwe nadê.
Helbet di nav şairên kurmanc da gelekên baş jî hene, ji ber ku ez gişan nas nakim, naxwazim navên hinekan bibêjim û yên din nebêjim. Tiştê ez dibêjim meseleyeke gelemperî ye.
Gava meriv ji şairekî ra dibêje ew şairekî baş e, maneya xwe ruhê şairiyê pê ra heye, ew ne wek însanên din e; hinekî delodînî ye.
Gelo ruhê Şairiyê çi ye?

Merivê ruhşair dilzîz e, diltenik e, ji bûyeran, ji perîşaniya însên zû muteesîr dibin. Çavdêriya wan a li ser însên, li ser jiyanê hûr û kûr e.

Merivê ruhşair çarçav e, tiştên însanên din nabînin, hîs nakin ew bi awayakî din dibîne, his dike..

Ferqa navbera kesên "ruhşair" û "yên xwe li şiîrê dikin bela hest e, dîtin e, nîvdînîtî ye.

Kesê bi rastî şair ji bo nivîsandinê daxwazek ji dil û mecbûrî hîs dike, nenivîse debar nake, hewînî nayê. Şiîr ji bo wî wekî nefesstendinê ye, nenivîse ewê bifetise.

Şairên ruhê şairiyê bi wan ra tune bi piranî li ser teknîkê, kafîyê û weznê, qaydeyan disekinin. Şiîrên wan dibin mîna birinceke rijî, xwarineke bêtahm. Di şiîrên wam da hest tune ye, dengekî tesîrê li meriv dike tune ye, lema bandorekê li ruhê, li hestê xwendevan nake.

Hinek kes bi rastî  ne şair in, ji bo ku jê re bibêjin "şair" xwe li şiîrê dikin bela, navê şairiyê bi xwe dixin.

Şiîr ne tenê hunera li hevanîna rêzkirina peyvan e. Şiîr hostayîya, hunera herî bilind a zimên, hest û xeyalên însên ya bi aheng, rîtmîkeke e. Di şiîrê da ya herî muhîm meriv bikanibe bi gotina hindik, gelek tiştan bibêje, gelek taswîran di hişê xwendevan da bide çêkirin.
Şiîr xwedî muzîkeke hundirîn e. Ev aheng bi rîtm, qafiye û weznê çêdibe.

Heger şair ne yekî ruhşair be, tîna dil di şair da tunebe tiştê dinivîsîne nabe şiîr, dibe meqale.

Di şiîrê da helbet ruh, hest tenê têrê nake,ziman jî pir muhîm e. Şair gerek hakimê ruhê zimên be jî, wî baş, metaforên wî bizanibe.

Gotina dawî. Erê, însanên ruhşair hene. Tiştê ew his dikin û dibînin, kesên din wek wan his nakin û nabînin.

2 kommentarer:

  1. Nivîsa we ya li ser helbest û helbestvaniyê biwate ye, tespîtên we li cih in. Ez dem bi dem rastî nivîsên we dihêm; tiştekî bala min dikşîne, hûn bi berdewamî zimanekî nêrgoz û baviksalar bi kar tînin. Di nivîsên we yên din de jî wusa ye, belkî ev bandora wê çandê ye ku hûn tê de mezin bûne an hatine perwerdekirin, lê belê ev ziman ne li gora serdem, realîte û jiyana me ya îroyîn e. Bi taybetî heke mijar helbest, helbestvanî û dengbêjî be ku ev qadên edebî ne û xîtabî cîhana hestbûnî ya mirovan dikin, çavkaniya vê yekê ji dîrokê heta roja me ya îroyîn jin e. Hûn di nivîsa xwe de jî behsa jineke helbestvan dikin, lê hûn cînavê kesî yê nêr bi kar tînin. Li şûna ku hûn tenê bibêjin 'wî', hûn dikarin di nivîsên xwe de cînavên 'wê/wî' bi kar bînin. Ew zimanê ku hûn bi kar tînin û dinivîsin, li hemû cîhanê wekî 'zimanê dayikê' tê naskirin. Her tiştê ku hilberîner, zayendegîr û perwerdekar e, mê ye. Pêwîst e mirov vê realîteyê li ber çavan bigire. Spas ji bo nivîsên we û îsrara we ya li ser zimanê Kurdî.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Sipas ji rexne û pêşniyar te ra. Ez hin caran herdu cînavan jî bikar tînim. Lê di her derê da bikaranîna herdu zamîran ne xweş e.
      Herçî jin e, ez gelkî qedir û qîmetê didim nivîsên wan, berhemên wan. Kêm kes bi qasî min şûrê jinan dikşîne, pesnê wan dide.

      Radera