30 maj 2026

Gerek em xwe û tarîxa xwe nas bikin ji bo ku malikê tim li xwe xera nekin

Xwenaskirin, ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên xwe dersgirtin nîvê biserketinê ye.
Heger meriv xwe, tarîxa xwe nas bike, meriv şaşiyên xwe yên berê dubare nake.
Go heta min xwe nas kir, min malik li xwe xera kir. Me heta nuha gelek caran ji ber kêmaqiliya xwe, ji ber bêtifaqiya xwe malik li xwe xera kiriye, lê dîsa jî em biqil nebûne; me xwe û tarîxa xwe nas nekiriye.

Em ji ketin û rabûna xwe, ji serpêhatiyên xwe û yên pêşiyên xwe dersê, ibretê nagrin. Lema em bindest in.

Ker û kûçik gişk bûn meru û însan, bûn xwedî dewlet, em jî hîn mane bindest.

 XXX

Heta şêlû nebe zelal nabe. Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê hîn baş şêlû nebûye, ji bo ku zelal bibe. Gerek hinkekî din şêlû bibe,baş li hev keve, bibe golmac, dûra ewê zelal bibe, ji hev safî bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye:
”Dibê Îran qebûl bike tu carî nebe xwediyê sîlehên ya jî bombeyên nukleerî.
Divê Tengava Hurmizê ji çûn û hatina keştiyan ra bêastengî were vekirin û baca derbasbûnê jî neyê sitendin."

Bi baweriya min kîjan peymanê bi meleyan ra çêkin xerab e, dibê ev dewleta celadan bikeve. Heger mele birîndar li ser hukim bimînin ewê hezaran kesî îdam bikin. Ewê bêtir ji herberê ra xwe amade bikin. Heger nuha van zaliman nexînin dûra xistina wan ewê pir zortir be. 50 salên din ewê celadiyê bikin, terorîstan li dinyayê belav bikin.

XXX

Jûjî bi têjikên xwe şa dibû, di bera jî digot, ez bi qurbana vê pûrtika we ya nermik a wek hevrîşim bim.

Meymûn di çavê diya xwe da xezal e.

Siyasetmedarê, serokê pirêza wî herî xerab, herî biserneketî jî di çavên hevalên, mirîdên xwe da merivekî pir mezin e, bêemsal e.

XXX

Heta tu derî nekutî li ber te venabe. Ji bo tu biserkevî xebat lazim e, dibê tu xwe biwestînî, gelek bendan hilweşînî, gelek deriyan bidî vekirin.

Dara azadiyê bi xebatê, bi xwîn û xwîdanê ber dide.

Halê me xerab e, lêbelê bêhêvîtî xerabtir e, dibê em vê rewşê biguherînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar