29 maj 2026

Prof. Dr. Harnîk Asatryanê êrmenî gotiye gerek Tirkiye perçe nebe û kurd nebin xwedî dewlet


Prof. Dr. Harnîk Asatryanê êrmenî jî neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan daye, gotiye gerek Tirkiye perçe nebe û kurd nebin xwedî dewlet. Heger kurd bibin xwedî dewlet, ji bo Êrmenîstanê ewê bibe talûkeye mezin, hebûna Êrmanîstanê jî dikeve talûkeyê.

Kamîz Şedadî hevpeyvîneke Prof. Dr. Harnîk Asatryan ji bo malpera RÛDAWê kiriye tirkî û di Rûdawê beşê tirkî da weşandiye.
Prof. Dr. Harnîk Asatryan gotiye:

"Perçebûna Tirkiyê û li rojavayê me avabûna dewleteke kurdî ewê ji bo ewlehîya netewî ya Ermenîstanê bi gefeke cidî be..."

Prof. Dr. Harnîk Asatryan di hevpeyvîna xwe da Kurdistanê wek welatê ermenîyan dibîne û dibêje baştir e Ermenîstana Rojava di bin destê tirkan da bimîne. Heger kurd bibin xwedî dewlet ji bo ermenîyan talûketir e. Kurd kanin ermenîstanê jî ji me bistînin, çimkî ew Ermenîstanê jî di nava Kurdistanê da dibînin.

Prof. Dr. Harnîk Asatryan gotiye, gerek Îran jî perçe nebe, kurd û azerî li wir nebin xwedî dewlet.

Li gorî Prof. Dr. Harnîk Asatryan, kurdên zaza jî ermenî ne, dibê dewleta wan tim hesabê wan jî bikin.

Mêrik li alî din, ne êzdî tenê, kurdên zaza jî kirine ermenî. Gotiye gerek em hesabê wan jî bikin.

Kurdên Kurdistana Bakur nizanin, lê nasyonalîstên ermenî ji faşîst û pantirkîstên tirk xerabtir in, ne baştir in. Ew jî bi qasî faşîstên tirk neyarên miletê kurd in û naxwazin kurd bibin xwedî deweleteke netewî.
Merivê neyartiya ermeniyan di vê hevpeyvîna Prof. Dr. Harnîk Asatryan baş dibîne.
Not: Hevpeyvîn di malpera Rûdawê, beşê tirkî da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar