Şansê sêwîyan hebûya bavên wan zû nedimir, sêwî nediman, nediketin ber destan.
Şansê kurdan
hebûya welatê wan nedibû çar perçe û kesên îro li Kurdistana Bakur, Rojava û Başûr serokên xurt in, xwedî hêz in nedibûn
serokên miletê kurd. Ji dêlî wan ve, kesên nasyonalîst ewê xwedî hêz û bi serok bûna.
Ji bo wê jî meriv kane bibêje, em kurd miletekî pir bêşans, bêsiûd in. Li dinyayê di
bêşansiyê da belkî tu miletekî din ê wekî me tune ye.
Welatê me bûye çar perçe, em ketine bin destê sê miletên, çar dewletên pir
xurt, pir zalim.
Ji ber ku bi wextê ra lehçeyên me ji hev dûr ketine em ji muzîka hev jî hev jî baş fahm nakin.
Elfabeyên me ne yek in, em ji nivîsên hev, ji berhem û eserên hev fahm nakin.
Perçebûna welatê me, bindestiya salan di gelek waran em guherandine, ji hev dûr xistine, di nabêna me da hin bendên rûhî çêbûne.
Ev trajediya hatiye serê me ne bes e serokên me jî merivên ne jîr û jêhatî, ne kesên nasyonalîst in; ne kesên berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî ra bibînin. Serokên, partiyên xurt, xwedî hêz bûne neyarên hev, dost û hevalên hêzên dagirker. Ji dijmin bêtir wan mala kurdan şewitandiye, bûne sebebê bêhêvîtiya milet. Gava miletê kurd bala xwe dide kirinên van serokan qudûmşiketî û bêhêvî dibe, baweriya serketin pê ra namîne.
Heger şansê kurdan hebûya ev kes nedibûn serokên kurdan. Bêşansiya me ya herî mezin kesên ne nasyonalîst in bûne xwedî hêz û partiyên herî xurt.
Şansê sêwîyan hebûya bavên wan zû nedimir. Şansê kurdan hebûya welatê wan nedibû çar perçe û kesên îro li Kurdistana Bakur, Rojava û Başûr serokên xurt in, xwedî hêz in nedibûn serokên kurdan.
Serokên me tenê nav e, navî giran e, warî wêran e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar