Mêrik di cimatê da pesnê xwe û pismamê xwe dida, got:
-Ji eşîran eşîra me, ji malan mala me, ji mala me jî ez û
pismamê xwe, lê herî zêde jî ez…
Hin camêr û canik pir pesnê serokê xwe didin, pir reqlama wî dikin, wî wek
Rustemê Zal nîşan didin.
Lê halê me li ortê ye, li her çar perçên Kurdistanê kurd di halekî pir perîşan da ne. Li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebûne. Li Kurdistana Başûr û Rojava halê kurdan li gorî 4-5 sal berê gelkî xerabtir e.
Ne li Kurdistana Başûr
û Rojava, ne jî li Kurdistana Bakur tu serokekî kurd ne serketî ye, gelê xwe ji bindestiyê xelas nekiriye.
Li her derê rewşa kurdan
li gorî 4-5 sal berê gelkî xerabtir e. Kurd xeyalşikestî û gelkî bêhêvî ne.
Xelk ne li gotinê, li fêza meriv, li emelê
meriv dinêre. Li fêza tu serokî, tu partiyê qezencek, serketinek tune ye.
XXX
Ji xelkê ra pirbêjo, ji min ra kerr û gêjo. Meleyên Îranê
yên vampîr sê(3)kurdên din îmdam kirine. HUDAPAR û îslamîstên şûrkêşên
filistîniyan dengê xwe nakin.
Heger Îsraîl di vê eydiyê da sê ereb îdam kiribana ewê
bêdeng nemana, ewê Îsraîl têxistina binê erdê.
Lê gava Îran kurdan îdam dike, dengê xwe nakin, xwe kor,
kerr û lal dikin.
HUDAPARî, îslamîstên me ji misilmanên dinyayê ra, ji
filistîniyan ra, ji tirkan û farisan ra pirbêj û çelziman in, ji miletê xwe ra
lal in, kerr û gêj in.
XXX
Meleyên Îranê yên vampîr ji xwînê têr nabin, kûçikên har sê kurdên din jî îdam kirine.
Wahşeteke wiha nehatiye dîtin. Neteweyên Yekbûyî
dibê nûnerê van vampîran ji nava xwe bajêve.
Amerîka Îranê wêran jî bike bi heq e, dibê bike.
Pir xemgîn im.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar