Berî nuha bi çendakî di Facebookê da rastî vî rismê kevirê hinê hatim. Yê parve kiribû li navê wî dipirsî, digot hûn zanin ev çi ye, jê ra dibêjin çi?
Min nizanîbû, min ji xanimê pirsî. Xanimê got:
-Ev kevirê hinê ye, me jê ra digot, hinedaşk. Li gund hin taht hebûn, ser wan wa kesk bû, me ew nas
dikirin. Em zarok li hev kom dibûn, bi hev ra diçûn ser wan tahtan û me destên
xwe hine dikir.
Me xwezîya xwe tê da, tûyî ser dikir û kevirekî biçûk tê
dida. Xwezîya me taht şil dikir, me kevirê biçûk tê da, dibû hine û me di destê xwe dida.
Ez jî li gund jiya me, tiştekî wiha qet nayê bîra min. Lê xanimê got, tahtên
wiha li Qerejdaxê, li gundê me Malwêrîn hebûn, me bi wan destên xwe tim hine
dikir.
XXX
Hûn zanin felsefa kurdan a parêzê, ya qelawnebûnê çi ye?
Ez ji we ra bibêjim:
-Kêm kêm bixwe, hertim bixwe.
Heger hûn li gorî felsefa pêşiyên xwe hereket bikin hûnê
motajî dîyetîsyenan nebin.
Çav nebar e, tim ji zik birçîtir e. Di xwarinê da
çavnebariyê mekin, hûnê li karê bin.
XXX
Ji xelkê ra pirbêjo, ji min ra kerr û gêjo. HUDAPARî,
îslamîstên me ji misilmanên dinyayê ra, ji filistîniyan ra, ji tirkan û farisan
ra pirbêj û çelziman in, lê ji miletê xwe ra lal in, kerr û gêj in. Ji rojan
rojekê li dijî zulma li miletê wan dibe dernayên, tu carî dagirkerên welatê xwe
raxne nakin.
Ji bo filistîniyan pir aktîv in, gav û seetê Îsraîl protesto dikin, lê dijî
Tirkiyê û Îranê tu dibêjî belkî kulîyan zimanê wan xwariye, nabêjin kirt.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar