Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê. Yê min jî bûye ew mesele. Ne mimkûn e meriv bi halê hin kurdên me nekene.
Gava ez dibînim hin siyasetmedarên me li ser şerê di nava
CHPê da xwe gelkî diwestînin kenê min tê.
Bi ya min dibê kurd ne xwe tevî şerê wan bikin, ne jî wexta
bide nivîsên, vîdeoyên li ser wan. Şerê dê û dotê ye, xwe tevê mekin, ew ên hev
in. Îro şer dikin, sibe ewê li hev werin. Hûnê bibin yên xerab, herdu ewê dijminatiya we bikin.
XXX
Ji kereng ra gotin:
-Cî û meskenê te li ku ye?
Kereng got:
-Ba zane.
Cî û meskenê hin kesan jî li gorî berjewendiyê ye. Kara wan
li ku be ew jî li wir in.
Kurd in, xwedêgiravî partiya wan a kurda ye, lê hevalên
dewletê û hukûmetê ne, dildarên Erdogan in. Mesele berjewendî ye.
XXX
Cejna we ya Qurbanê pîroz be!
Li Kurdistana Bakur îro roja pêşî ya Cejna Qurbanê ye. Li beşên
din ê Kurdistanê jî îro ye ya sibe ye nizanim.
Cejna hemû kurdan pîroz be !
Kurd di vê Cejnê da jî di nava şer û teşxeleyên mezin da ne.
Hêvî dikim çêbe.
Cejna xwe ne bi tirkî, bi kurdî pîroz bikin!
Partî, siyasetmedar, serok gerek pîrozbahiyên xwe ne bi
tirkî, bi kurdî parve bikin. Dibê bibin pêşengên milet.
XXX
Swêd dixwaze zewaca xizmên hev, merivên hev(zarokên ap, met
û xaltiyan)qedexe bike. Misilman, bi taybetî jî somalî, ereb, afrîqî ji vê
biryarra hukûmetê pir hêrs bûne.
Hinekan gotine heger wiha be emê Swêd biterikînin.
Somalî, ereb dibêjin zewaca bi merivên xwe ra beşekî kultura
me ye. Qedexekirna wê îslamîfobî ye. Wê demê emê ji Swêd herin.
Wele heger hûn Swêd biterikînin Swêd ewê bat bibe, swêdî ewê
bigrîn, ewê porê xwe birûçikînin.
Kurro swêdî jî jixwe li tiştekî wiha digerin, dixwazin rojekê berî rojekê ji we xelas bibin. We Swêd kiriye welatê çeteyan. We Swêd kiriye wek Somalî, welatekî Afrîka.
Lê vir e, hukûmet
çi li we qedexe bike jî hûn Swêd naterikînin. Gefa we vir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar