26 maj 2026

Kose û rîdirêj li karê ne


Li Swêd meriv riya xwe li malê kurr dike, ji bo kurkirina riyê kes naçe ser berber, ew edet li Swêd tune ye. Ji bo kurkirina por tenê meriv diçe ser berber.
Lê cilêt jî pir biha ye, bi xwîna bavê ye. Îro min pakêtek cilêt(Gillete Labs, 6 heb têda ne)bi 350 kronî kirî. Teqrîben dike 35 Euro. Yanî li malê kurkirina riyê jî li ser meriv erzan rûnane.
Kesên kose ji xwe ra kêf dikin, qurişekî xwe jî nadin cilêtan. Kesên rîdirêj jî li karê ne.Ew jî perê xwe di cilêtan nadin.

Ez bawer dikim li Kurrdistanê hîn jî meriv diçe ser berber riya xwe kurr dike.
Wê salê li Wlranşarê, li Meydana Çarşiyê ez çûm ser berberekî riya min kurr kir.
Berberekî wêranşarî bû, navê eşîra xwe got, nuha nayê bîra min.

Gava got ez ji filan eşîrê me, ez matmayî mam. Çimkî heta salên 1980î zarokên eşîran nedibûn berber; berberên me giş mêrdînî, ermenî, çend heb jî swêregî bûn.

Zarokên eşîran nedibûn berber, berberî eyb bû. Berberî karekî ne xweş, bêîtîbar dihat dîtin. Ji bo wê jî kesên xweî eşîr zarokên xwe nedikirin şagirtên berberan. 

Lê diyar e nuha rewş hinekî hatiye guhertin, êdî zaroknên eşîran jî dibin berber.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar