26 maj 2026

Mêrik ji dêlî azadiya kurdan bixwze azadiya Apo dixwaze

Dûran Kalkan hukûmeta AKPê rexne kiriye, gotiye hukûmet ne samîmî ye, li dû tasfîyeyê ye. Gerek qanûn derkevin û Apo azad bibe, bikanibe siyasetê bike.

"Berpirsiyarên dewletê û AKPê gotibûn didawiya meha nîsanê da ewê yasayan derxin, lê tu gav nehatin avêtin. Gerek Apo azad bibe, bikanibe siyasetê bike û rê li ber siyaseta demokratîk vere vekirin.”

Mêrik azadiya kurdan naxwaze, azadiya Apo dixwaze. Azadiya Apo ji azadiya kurdan muhîmtir dibîne.

Em ferz bikin Apo hat berdan û ji dêlî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan Evdila Ocalan bû serê partiya DEMê, êwê çi biguhere, kurdên çi bi dest xin?
Ji kerema xwe bersîva vê pirsê bidin.
Duran Kalkan ev jî gotiye:
”Em ji sitratejiya têkoşîna siyasî derbasî 
sitratejiya siyaseta 
demokratîk bûn.”

Min ji vê gotina wek xaçepirsê tiştek fêm nekir.
Ma qey siyaseta partiya DEMê nuha dike ne demokratîk e? Ferqa ”siyaseta demokratîk” û ya nuha partiya DEMê dike çi ye? 

XXX

Rûdawê malpera guherandiye, mêzanpaja wê, layouta wê êdî ne sabit e, bi hereket e. Dema meriv malperê vedike xeberên sereke li pey hev diherikin. Meriv pê ra nagihîne bixweîne. Bûye wek şîltên reqlaman û agahiyên balafirxaneyan û îstasyonên tirênê.
Qet ne xweşe, meriv pê ra nagihîne bixwîne. Min ji mîzanpaja nuh qet hez nekir, çavê min diwestîne, min dixe sitresê. Mazanpajeke ne li gorî kurdan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar