Pêşiyên me gotine, roj dihere, qeza û bela narin. Qeza îro bû qismet û nesîbê min.
Îro qezak ji destê min çêbû, min berçavka xwe ya rojê şikand. Dema roj heba min ew wek berçavka rojê dida ber berçavka ez tim bi kar tîmin. Bi swêdî jê ra dibêjin ”clip-ton”. Cameke, ji dêlî berçavka rojê meriv dixe ber berçavka xwe.
Bawer dikim zêdeyî 30 salî ye min ew û çarçeveya berçavka xwe bi hev ra kirîbû.
Ez çûm ser du optîkeran, gotin ya şikyayî qeynax nabe û nuhê
wê jî tune ye, dibê di netê da tu ji xwe ra lê bigerî. Ya jî ji Armanî temî
bikî.
Berçavka ez nuha bi kar tînim min 30 sal berê kirî. Armanî ye, berçavkeka pir baş e. Çend salan min guhert, min çend çarçeweyên din ceribandin, dûra min dev ji wan berda, ez dîsa vegeriyam ser a xwe ya kevn, Armanî.
Berçavka rojê jî min ji Armanî temî kir, ji min ra şandin. Gava roj hebe ez tim bi kar tînim. Pir rehet e, ne hewceyî du berçavkan e.
Ezê clip-toneke rojê çawa peyda bikim ez
nizanim.
Di netê da hene, yek li dora 50 euroyî ye. Lê ewê ji berçavka min ra
bibe, nebe ez nizanim.
Ez nikanim berçavkeka rojê ya normal, tenê ya rojê bi kar bînim, berçavka min gerek bi derece be, ya na ez
baş nabînim.
XXX
Her kes berê tevşo dide xwe. Her kes bi gaza xwe caw dipîve.
Her kes pesnê serokê xwe dide, her kes serokê xwe difirîne.
Kes nabêje dewê min tirş e, kes nabêje serokê min, partiya
min şaşiyê dike, neheq e.
Her serok yê herî baş e, lê dîsa jî halê me kurdan qet ne baş
e. Gelo çima?
XXX
Norweçê do li Zurîhê tarîx nivîsî
Norweçê do di maça madalyaya tûnc(bronz) a Şampiyoniya Îshockeyê da 3-2 bera Kanadayê da û di tarîxa xwe da cara pêşî bû xwedî madalye.
Fînlandê zêr, Îsvîçreyê zîv, Norweçê jî madalya tûnc girt.
Ji bo Norweçê maçeke tarîxî bû. Çimkî cara pêşî bû di îshockeyê da madelya digirt û him jî bera taximekî wek Kanadayê dida.
Norweçê heta nuha tu carî maçek madalyayekê nelîstiye. Lê do li Zurîhê bi têkbirina Canadaya tije stêrkên meşhûr tarîx nivîsî.
Meriv bixwaze, ezm bike kane zora xurtan jî bibe...
Serketina wan, ezma wan pîroz dikim.
XXX
Di sohbeta me ya do êvarî ya di Civata Xwendina Xatireyan da
xortekî serpêhatiya kitêba Dr. Şivan(Saîd Kirmizitoprak)ji min pirsî.
Hin kesên din jî hin caran dipirsin, dibêjin çi bi serê vê
kitêbê hat û têkiliya min bi wendabûna wê ra çi ye?
Min çend caran bersîva van pirsan daye, lê hin kesên ew bersîvên nexwendine hene. Ji ber wê jî ez careke din vê nivîsa xwe ya li ser wendabûna kitêba Dr. Şivan parve dikim.
Di nivîsê da min bi temamî qala kitêb çawa
ket destê min û min da kê û çawa wenda bû kiriye.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar