Xwendevanên bloga min min roj bi roj zêde dibin. Êdî rojên bûne bi hezaran.
Meha borî 150798 caran bloga min hatiye tikandin,
xwendevanan riya xwe bi bloga min xistine, xwendibe, bala xwe danê.
Ev jî rojê dike li dora 5 hezar serlêdan. Li gorî me kurdan jimareke pir zêde
ye. Ez wer dibînim.
19 sal berê dema min dest bi bloga xwe kir, min bawer nedikir xwendevanên min
ewê hewqasî zêde bibin.
Kesên bala xwe didin bloga min giş ne dilxwazên min in, belkî piranî kesên
dilnexwazin, lê meraq dikin, dixwazin bizanibin hela min çi nivîsî ye?
Sipas ji bo gişan. Bi kuramncî bixwînin lê ji min hez nekin, heta dijminatiya
min jî bikin. Hûn serbest in.
Ji bo min tiştê herî muhîm kurd, bi taybetî jî keç û xort kurdî bixwînin, platformên kurdî taqîb bikin.
Beriya her tiştî mirov divê te pîroz bike ku te ev blog bi Kurdî dirêj û biîstîkrar domandiye; di zimanekî wekî Kurdiyê de ku statuyeke wî ya fermî nîn e û ji ber wê jî ne serdest e, lewma bi qasî zimanê serdet nayê xwendin, nivîsandina demeke wiha dirêj serkeftinek e. Zêdetirî ku mirov ji te hez dikin an ji te hez nakin, an jî meraq dikin ka te çi nivîsiye an nenivîsîye; ev eleqe (daha de tesîra bandora sînordariya çavkaniyên, meteryalên Kurdî jî heye ) eleqa kesên ku di xwendin, axaftin û jiyîna bi Kurdî de israr dikin û hay ji hişmendiya neteweyî hene ye. Ew divê zanistîyê de ne kû ziman ne tenê amûreke peywendiyê, têkilîyê ye, di heman demê de argûmana bingehîn a parastina hişmendî û bîra civakî ye.
SvaraRadera