Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack ji dest xwe bernade. Donald Trump gotiye, Tom Barrack ewê him wek sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyê bimîne, him jî ewê wek nûnerê wî li Sûriyê û li Îraqê wezîfeya xwe bidomîne.
Ji bona kurdan ev xebereke him ne xweş e, him jî pir talûke ye. Tom Barrack dilxwazê ereb û tirka ye, ewê bi wan ra gorra kurdan bikole.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubîo gotibû Tom Barrack ewê dev ji nûnertiya Amerîka ya Sûriyê berde, lê wa ye nebûye, Donald Trump qebûl nekiriye.
Diyar e li ser Tom Barrack di nabêna Trump û Marco Rubîo da gelş heye, herdu wek hev nafikirin.
Donald Trump dev ji Tom Barrack bernade, çimkî Tom Barrack sîmsarê/delaê wî ye,
bi hev ra duxun.
Mayina Tom Barrack ne tenê ji bo kurdên Kurdistana Rojava, ji bo kurdên
Kurdistana Başûr jî talûkeyeke mezin e. Tom barrack ji kurdan bêtir ewê destegê
bide tirkan û ereban, ewê siyaseteke li gorî berjewendiyên tirkan û ereban
bimeşîne. Donald Trump jî viya dixwaze.
Donald Trump êdî kurd ji deftera xwe derxistine, tirkan û ereban bêtir mitefikê
xwe dibîne.
Heger PDK û YNK û partiyên din xwe nedin ser hev, meclîsê aktîv nekin, heger
hukûmetê bi lez ava nekin, pir ne dûr e tiştê hat serê kurdên Kuridstana Rojava
were serê Kurdistana Başûr jî.
Tiştê îro kurdan ji tofaneke xerab xelas bike tifaqeke xurt e.
Mala rik û bahsê rojekê wê rake tûrê parsê. Mal jî, serketin jî li cem tifaqê
ye.
Dibê tifaq hebe. Fersend wek masî ye, ji destê meriv bifilete êdî nayê girtin.
Ji kurdên Kurdistana Başûr û Rojava ra lêhat, fersendeke tarîxî, zêrîn çêbû, qîmeta
wê nizanîbûn. Kurdên Kurdistana Rojava bi destê Evdila Ocalan ketin feqeke pir
xerab e, kane eynî tişt were serê kurdên Kurdistana Başûr jî. Hebûna Tom
barrack wek nûnerê Amerîka yê li Sûriyê û Îraqê ji bo kurdan talûkeyeke mezin
e. Hêvî dikim serokên kurd li gorî vê rewşê tedbîrên xwe bigrin.
XXX
Meleyên namerd du kurdên din îdam kirine. Segên har heyfa
Amerîkayê û Îsraîl ji me kurdan digrin. Gişk bûne vampîr, ji xwîna însanan têr
nabin.
Gerek ji van celadan yek jî sax nemîne, gişk bi sêdaran va
li ba bin.
XXX
Meleyekî şîe yê Îranî li Îraqê serdana gorrên şehîdan dike. Şehîdên
çi ne ez nizanim.
Bi hezaran ereb li dorê kom bûne,dismalên xwe di rûyê didin,
ji bo ku xwîdana ruyê wî wek tuberikê bi kar bînin.
Qedera namerd em kurd kirine bindestên van tebayên
totikvala.
Ev însanên ji însanên bejî jî paşdamayî bûne xwedî dewlet,
em kurd jî bûne êsîrên wan tebayên di şiklê însên da.
Li vîdeoyê temaşe bikin hûnê bibînin şîeyên gêj, kêmaqil çi
merivin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar