02 juni 2026

Îro şansê min bû wek kuçê koran

Ya nuh û ya şikyayî

Wele îro şansê min lêxist, kabê min mîr hat; min berçavkeka rojê ya tam li gorî berçavka xwe dît. Bû wek kuçê(kevirê) koran, hema lê hat.Tu dibêjî belkî xusûsî ji wê ra çêkirine.

Bi dîtina wê pir kêfxweş bûm. Neçûm bajêr, bi rojan lê negerîyam. Min li çarşiya(sentrûma) taxa me dît.
Dema tiştek ji min ra lazim dibe, dibê ez tavilê peyda bikim, nikanim paşguh bikim, bi rojan taloq bikim.
Xanima min eksê min e, tiştek jê ra lazim be kane bi mehan nekire.Wexta dikire jî kane bi salan bi kar neyne.

Gelek kincên çend sal berê kirîne hene, li xwe nekirine. Carnan lê rastê, dibêje, ”wî, min keras, fîstan çend sal berê kirî, min hîn li xwe nekiriye.”

Ez sedîsed eksê wî me, tiştê dikirim, tavilê li xwe dikim, bi kar tînim.
Pitika camê bi 40 euroyî firotin min. Min got, ma tenzîlata kesên teqawid (xaneşîn) tune ye?
Xanima optîker got na, tiştekî wiha li ba me tune ye, biha ji her kesî ra eynî ye.
Min bi henek got, xanimê cidî fêm kir. Bigota 100 euro jî minê bikiriya, li ber rojê fêda wê pir digihîje min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar