Hin kone, fêlbaz, tirsonek, pûlperestên me dibêjin efendim ji me kurdan
ra AKP ji CHPê gelkî çêtir e, kemalîst pir xerab in, ti8rkçî ne, îslamîst ji wan baştir in.
Na wela qet ne were ye, yek ji yekî ne baştir e, herdu jî xerabên ji hev xerabtir in.
Îdeolojîyên wan, taktîkên wan, metodên wan cihê bin jî, hedu serî jî dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk.
Ji mêrik ra gotin:
-Kîjan çêtir e, kûçik ya beraz?
Mêrik got:
-Nahlet li herduyan jî bê, herdu jî pîs in.
Ji avê ra gotine: -Çima hewqas deng ji te tê?
Avê keserek
kûr kişandiye, gotiye:
-Çimkî hevalên min
kevir in.
Heta serokên me ev serok bin, heta ev dubendî di nava me da
hebe, ne mimkûn e ez gav û seetê nelûbînim, nekim gazî û hawar, wan rexne
nekim.
Dijminatiya nava malê ne ji xêrê ra ye, keriyên guran
çarhawêlî me dorpêç kirine.
Herçar cîranên me dagirkerên welatê me ne, li bende ne me
baş serkut bikin, me baş ji desthilanîn da bixînin.
Riya xweparastinê tifaq e, hevkariya netewî ye. Ew tunebe
emê bêtir perîşan bibin.
Ka werin vêsê, di nava xirecira meriv gelkî bînteng dike li
podcasteke Omer Faruk Baran a hûnê ji guhdarîkirina wê pir memnûn bimînin,
guhdarî bikin. Jixwe podcastên wî gişk, yek ji yekê xweştir e. Lê viya bêtir
kêfa min anî, hin kesan desteg dane vê xebata Omer Faruk Baran.
XXX
Ji deve ra gotin:
-Çima hustuyê te xwar e?
Deve got:
-Ma ku dera min rast e ku hustuyê min jî rast be?
Meriv nizane kîjan şaşiyên serokên me yên Kurdistana Başûr û
Rojava bibêje, kîjanê nebêje.
34 sal berê meclîsa vekirin, îro kilît deriyê wê xistine,
belkî jî bidin girtin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar