03 juni 2026

Însan çawa hewqasî xerab guherî ez fahm nakim !

Însan pir guherîne, exlaq, kultur, normên civakî pir guherîne. Însan pir zalim û bêûjdan bûne, bi însanan ra merhamet, dilşewatî, empatî, hestên human kêm bûye.
Berê gava du kesan li hev dixistin, însan diketin nabênê, ji hev diqetandin. Nuha ji dêlî têkevin nabênê, ji hev biqetînin,lê temaşe dikin, her kes telefona xwe ji bêrîka xwe derdixîne, fîlmê şer digire. Exlaqê însên, kultura însên pir guherî ye, merhamet bi însên ra pir kêm bûye, dilşewatî bi însên ra nemaye, însan bûne dilkevir. Zulma li ber çavên wan dibe tesîrê li wan nake.

Helbet her kes ne wiha, lê piraniya însanan bêrahm bûne.
Li dibistanekê keçikek êrîşî keçikekê dike, bi zalimî lêdixe,porê wê dikşîne. Keçik berê dest nabe xwe, dûra ew jî lêdixe, zora wê dibe. Hevdu perîşan dikin. Xwendekarên li dorê nakevin nabênê,lê temaşe dikin, fîlmê wan digrin.

Însan çawa hewqasî xerab guherî, çawa hewqasî bû zalim ez fahm nakim.

XXX

Gîsinê xebatkar diçirûse.Destê xebitî li ser zikê têr e. Merivê xebatkar tiştekî dixuliqîne, yê tembel ne ji defê ra dibe, ne ji zurnê ra. Bi xwezîyê dest nagijîje baqê kezîyê. Şertên me çiqasî zor û xerab be jî gerek em ji bo azadiya xwe bixebitin. Kî kane çi bike dibê bike.

Bi pitepitê û rexneya filan partiyê û filan kesî em tiştekî bi dest naxin, ji bo serketinê xebat û îstîkrar lazim e. Dibê xelk karê me, emelê me bibîne. Heta ev çê nebe kes baweriyê bi meriv nayne.

XXX

Jinikê ji yê manîfatûracî ra got, gaz(pîvanm mîtro)jî di destê te da ye, top jî di destê te da ye, tu çawa dipîvî bipîve. Li Tirkiyê û Sûriyê gaz jî di destê Erdogan da ye, top jî di destê wî da ye. Dilê wî çawa dixwaze wer dipîve. Dilê wî kê bixwaze digre, dixe zindanê.

Mêrik bi alîkariya Evdila Ocalan dîreksîyona PKKê, partiya DEMê û YPGê jî girtiye destê xwe, wan jî li gorî daxwaza dilê xwe sewq û îdare dike.

Lê surprîzên dinyayê pir in,meriv nizane sibe ewê çi bibe. Te hew nêrî hesabê mal û çarşiyê li hev derneket, kurdan surprîzek kirin.

XXX

nivîsa Sulêman Sulevanî dibê her kurd bixweîne. Ereban do nikanîbûn Kurdistanê bi zor ji kurdan bistînin, îro dikirin. Ereban ne demografiya bajarên Kurdistanê tenê, ya gundan jî guherandine. Kurdistanê hêdî hêdî dikirin û serokên kurd jî li vê firotana Kurdistanê temaşe dikin. Bi van serokan piştî çend salên din erebên bibin piranî, Kurdistan ewê bibe welatê wan.

Di viya tiliya tirkan jî heye.

Çend rêz ji nivîsê:

"Bajarên Kurdistanê bi rêya aboriyê ji aliyê Ereban ve bere bere tên dagirkirin. Tiştê herî metirsîdar ew e ku hikûmetê destûr daye ku xanî, apartman û erdên stratejîk li Hewlêrê û Silêmaniyê li ser navê biyaniyan bên qeydkirin.
Ereban di demên borî de nekarîbûn bi zorê û çekan Kurdistanê dagir bikin, îro bi rêya pereyan û bi alîkariya bazirganên siyasî bajarên me ji me dikirin.

Zimanê Erebî li seranserê kolanên me serdest dibe, hejmara niştecihên biyanî bi awayekî bêserûber zêde dibe û tevgerên wan ên êrişkar roj bi roj berçavtir dibin.

Îro li Kurdistanê ti qad nemane ku asîmîlasyona demografîk lê nehatibe sepandin. Di salên 80yî de li Başûrê Kurdistanê, ji bilî leşker û karmendên dewletê yên rejîma Baasê, ti malbatên Ereb li herêmên me nedihatin dîtin. Lê îro rewş veguheriye karesateke mezin a jiyanî û demografîk."
///Suleîman Sulevanî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar