Dagirkerên welatê me, ereb û tirk bi guhertina demografiyê dixwazin welatê me ji me bistînin. Di vî warî da gelkî bi ser ketine jî.
Tirkan bi guhertina demografiyê piraniya bajarên me ji me stendine, kirine
bajarên tirkan. Bi saya vê guhertina demografîk Erzîngan, Xarpêt, Erzerom,
Dîlok, Sêwas, Meletî, Meraş ji me stendine.
Ereb eynî tiṣtî tînin serê Kurdistana Bașûr û Rojava. Bi guhertina demografiyê Kurdistanê ji me distînin.
Sûcê serokên me ji yê dijmin pirtir e, ew destûrê didin vê dagirkeriya ereban a
bi riya koçê.
Hewlêr hema hema bûye bajarekî erebî. Lê ne Hewlêr û Silêmanî tenê, demografîya gelek bajar û gundên Kurdistanê yên din jî gav bi gav tên guhertin.
Hukûmeta Kurdistanê, serokên PDKê û YNKê jî li vê dagirkerîya dijmin sêr û temaşe dikin, qet xwe jê aciz nakin.
Mamoste Suleîman Sulevanî li ser dagirkeriya demgrafîk nivîsekepir girîng nivîsîye, gotiye heger tedbîreke bi lez li hemberî vê dagirkeriya bi
riya koçê neyê girtin Kurdistanê ji dest me here.
Gava kurd koçî Bexdayê, bajarên ên ereban dikin zimanê xwe
li ser ereban ferz nakin, tîcaretê, alvêrê bi zimanê xwe nakin, bi erebî dikin.
Dûra bi demê ra asîmîle dibin û dihelin.
Kurdekî bi erebî nizanibe nikane li Bexdayê tîcaretê bike, nikane aşxaneyekê bide xebitandin. erb ewê tiliya xwe di çavên wan ra kin.
Kurdek bi tirkî nizanibe nikane li bajarekî tirkiyê tîcarekê bike, aşxaneyekê bide xebatandin. Tirkê tiliya xwe di çavên wan ra kin.
Lê ereb û tirk gotinek e bi kurdî nizanibin jî karnin bi rehetî li Kurdistanê tîcaretê bikin û bijîn. Çimkî kurd qebûl dikin, kurd zimanê wan fêr dibin. Kurd vê bêxîretiyê qebûl dikin.
Lê erebên koçî Kurdistanê kirine, li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Dihokê bi cî
bûne tîcareta xwe, alvêra xwe ne bi kurdî, bi erebî dikin; kurdan mecbûrî
axaftina erebî dikin. Zimanê bazarê kirine erebî.
Ereb viya li Kurdistanê dikin çimkî kurd bêxîret in, ruh û şiûra netewî bi wan
ra tune ye.
Lema dihêlin ereb tîcareta xwe bi erebî bikin, lema milkên xwe,
malên xwe, dikanên xwe, xaniyên xwe difroşin ereban û bi pereyên ji wan digrin zarokên
xwe dişînin Ewrûpayê, ser riya mirinê.
Ji ber bêxîretiya kurdan û serok û siyasetmedarên wan, erebên gotineke bi kurdî
nizanin kanin tîcaretê bikin, kanin li otêleka kurdan, li aşxaneyeka kurdan
bixebitin.
Li Hewlêrê li otêla ez lê dimam karkirên serwîs dikirin ereb bûn, bi kurdî
gotinek jî nizanîbûn.
Ez dîn bûm, min got bi krdî bipeyive. Bi erebî got, ez nizanim, min got here,
bira yekî kurd were.
Ez çûm bi resepsîyonê ra peyivîm, xortekî ji kurdên Rojava
bû, got apo ez çi bikim, tiştek ji destê min nayê. Lê ezê ji xwediyê otêla
bibêjim.
Li aşxaneyeke mezin, bi park jî ez rastî eynî tiştî hatim. Muzîka garson ereb,
muzîk bi tirkî bû.
Min ji hevalan ra got, heger muzîk nebe kurdî û garsonên kurd neyên ez li vir rûnanim.
Li ser vê israra min, muzîk bû kirin kurdî û garsonên
kurmancên ji Kurdistana Rojava hatin serwîsa me kirin.
Esas milet jî bêxîret e, gava dikandar, garson bi kurdî nizane, bi tirkî, bi
erebî dipeyive li dij dernayê, bi zimanê wî pê ra dipeyive.
Tu hêvîyeke min ji serokên Kurdistana Başûr tuneye, dibê kesên nasyonalîst, keç
û xortên kurdperwer li hemberî vê dagirkeriya ereban serî hildin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar