Dixwazim vê sibê bi çend gotinên meşhûr, bi çend aforîzamyên, şîretên çend alim, zana û fîlozofan dest bi roja xwe bikim.
Gotinên meşhûr ne tenê hevokên xweş in, her weha mifteya
felsefeyê, kultur û hestên, fikrên kûr in.
Gotinên meşhûr hişê meriv hişyar dikin, dibin sebebê meriv
bifikire, bipirse. Fikrên giran, tevlihev hêsan dikin.
Di jiyana rojane da, gava meriv dikeve nav zehmetiyan, gotineka pêşiyan, aforîzmayek kane ji bona meriv bibe hêza motîvasyonê, teşwîqa xebatê.
Gotinên li ser serkeftinê, li ser sebrê û têkoşînê him rê nîşanî meriv didin, asoya meriv berfireh dikin, hêzê û ezmê didin meriv, him jî kêf û zewqekê didin meriv. Fena meriv tiştekî pir lezîz tahm bike.Fermo, ji van gotinên meşhûr çend şekirê qulpik:
Ji bona tu poşman nebî sê tiştan meke:
1-Gava tu hêrsbûyî ye bersîvê mede
2-Gava tu dilşa yî sozê mede
3-Gava tu xemgîn î biryarê mede
Konfuçyus
-Miletê siyasetmedarên bertîlxur, duzenbaz, diz û xayinan
hilbijêre ne qurban e, şirîkê sûc e.
George Orwell
-Hêk bi hêzeke ji derve da bişkê dawî li jiyanê tê, bi
hêzeke ji hundur da bişkê jiyan dest pê dike. Çimkî guherînên rastîn her tim ji
hundur tên
İbn-i Ruşd
-Welatên cahil lê pir in hewcedarîya wan bi îblîs(şeytên)
tune ye.
Tu dînê xwe ji rûvî fêr bibî, tu yê bibê jî belkî diziya
mirîşkan sewab e.
Şadî Şîrazî
-Yê bi dijminê we ra rabe û rûne nikane bi dostê we be.
Şadî Şîrazî
-Yên derewan dikin ji kesên rastiyê dibêjin, ji kesên rastgo
bawer nakin
Konfuçyus
-Îblîs(şeytan)tu carî ne gelş e, însanan ji ber daxwaza xwe
hewcedarî bi yekî sûcdar bikin his dikirin.
Franz Kafka
-Cewhera, maddeya însên a xam ax e, lê belê gava pir rohn
bibe dibe çamûr.
Hz.Mewlana
-Carnan dilê melekan dibije halê me, carnan jî mahdê îblîs ji halê me digere.
Mewlana
-Çerxa zaliman bi serê cahilên serên wan naxebite digere
Viktor Hugo
-Heger yê bîn jê tê nig be, guhertina gorê bêfeyde ye.
-Heger ne yê te ye megre
-heger ne rast e meke
-Heger tu ne bawerî rast e mebêje
-Heger tu niznî hus be.
Konfuçyus
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar