04 juni 2026

Evîndarîya swêdîyan a ji kûçikan ra




Îro di dema gerra me da em rastî xanimeke swêdî hatin, 3 kûçik digerandin. Her kûçikekî xwe bi alîkî da radikşand, derdora xwe bîn dikir.

Kûçik xurt bûn, bûbûn wek peza bêslî, xanimê di kontrolkirina wan da zahmetî dikşand.
Min silav dayê, bi rûkenî min jê pirsî:
-Ma ev hersê kûçik jî yên te ne?
Got erê, hersê jî yên min. Ev hersê tenê ne. Yanî hîn zêde tune ne.
Min dirêj nekir, min got, kûçikên te xweşik in û me riya xwe domand.

Swêdî ji heywîn herî zêde ji kûçikan hez dikin; lê pir jê hez dikin; ji adetê derxin.
Meriv ji kûçikê xwe, ji pisika xwe hez dike, lê ne bi vê ecêbê...
Ez kanim îdîa bikim, ji zarokên xwe bêtir ji kûçikên xwe hez dikin.
Ji sedî 98ê swêdiyên xwedî kûçik in dibêjin dema ew bi kûçikê xwe ra wext derbas dikin bextewartir dibin.
Swêdî bi qasî ku bi kûçikê xwe şa dibin, maçî dikin, tev didin, miz didin, hewqasî ji zarokên xwe hez nakin, hewqasî bi zarokên xwe şa nabin.
Heger keçek swêdî, jineke swêdî mecbûr bimîne di navabera mêrê xwe/dildarê xwe û kûçikê xwe da tercîhekê bike, bi baweriya min piranî ewê kûçik hilbijêre û dev ji mêrê xwe, hevalê xwe berde.
Belkî ne swêdî tenê, hin miletên ewrûpî yên din jî wiha bin.
Swêdî, çaxa bi kûçik şa dibin aqilê min disekine, tu dibêjî belkî gedê wan e, wer ji dil, wer ji kezebê maç dikin, himêz dikin aqilê meriv disekine.


Xanima min ji min bêtir matmayî dimîne, dibêje çawa mahdê we digire hûn bihêlin kûçik devê we, ruyê we bialêse?
Kûçik devê wan, ruyê wan dialêse, qet xwe jê aciz nakin, dihêlin kûçik têr dev û ruyên wan baş bialêse.
Xanimek li ciyê karê min hebû, digot, ez di orta kûçikê xwe û mêrê xwe da radizêm. Kûçikê min wer di himêza min da ye.
Ev xanim ne îstîsna ye, gelek swêdî bi kûçikê xwe ra radikevin.
Li gorî agahiya Qulûba Kûçikan a Swêd (Kanellklubben)ji sedî 15ê malbatên Swêd xwedîyê kûçikekî ne.

Nufûsa Swêd teqrîben 10,8 miljon e. Ji vê nufûsê belkî 3-4 milyon xerîb in, misilman, asyayî û afrîkî ne; piraniya wan kûçikan xwedî nakin.


Pisik hinekî ji kûçikan pirtir in. Ji sedî 20ê malbatan xwedî pisik in. Jimara pisikan teqrîben 1, 64 milyon e. Ya kûçikan 1,08 milyon e.
Nufûsa swêdîyên etnîkî li dora 6-7 milyonî ya heye ya tune ye.
Heger meriv 3-4 nifşan paş da here, nufûsa kesên xurrî swêdî hewqasî tune ye. 

Çimkî tirk, kurd, ereb, afrîkî, asyayî 3-4 nifş in li vir in. Di îstatîstîkan da ew wek xerîb, wek kesên li derveyî Swêd hatine dinê nayên hesibandin. 

Lema nufûsa xerîban, misilmanan û afrîkiyan pir e.
Ji bo wê jî bi texmîna min kesên xwedî lûçik ji sedî 15a pirtir e, piraniya swêdiyan xwedî kûçik in. Yên bikanibin, yên ew îmkanên wan ê maddî hene xwedî kûçik in.
Çimkî xwedîkirina kûçik û pisikan ne rehet e, perakî pir lê dihere.
Li gorî qanûna Swêdê kûçik herî kêm gerek ji her 6 saetan carê derkeve derve, were gerandin.
Kûçikên piçûk û kûçikên mezin hewce ye ji vê pirtir derkevin derve. Di pratîkê da, ev tê vê wateyê kûçikekî mezin dibê rojê herî kêm 3 heta 4 caran derkeve derve.


Lê ne bi roj tenê, bi şev jî gerek derkeve, bîstekê were gerandin. Gava dernekeve diewte, dibêje min derxîne derve.
Tu swêdî vê fedekariyê ji bo zarokên xwe nake, vê tehamulê ji bo zarokên xwe nîşan nade. Zarok bixwaze jî dê û bav zarokên xwe rojê 3-4 caran, bi şev nîvê şevê dernaxîne dereve.
Lê kûçikê xwe derdixîne û viya jî bi kêf, bi zewq, bi dilşahî dike; jê aciz nabe, gazinan nake.
Pêşiyên wan ne wiha bûn, pir feqîr bûn, hema, hema ew jî wek me bûn. Di nava 60-70 salî da însan çawa kane hewqasî biguhere meriv fahm nake.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar