Kurdistana Başûr bi riya koçê hêdî hêdî ji miletê kurd tê stendin, dikeve destê ereban, dibe welatê ereban.
Ereban, ji bona demogarfiya Kurdistanê biguherînin di bin
ala Daîşê da, bi desteg û organîzeya tirkan li Kurdistana Rojava û Başûr êrîşî
me kirin, xwestin Kurdistanê bi tevayî ji bin desthilata kurdan derxînin, kurdên Kurdistana Başûr û Rojava jî wek kurdên Bakur bikin bindest û êsîr.
Kurdan li ber xwe dan, bi şer bi ser neketin. Sitratejiya xwe guhertin, nuha dixwazin bi riya koçê Kurdistana Başûr ji kurdan bigrin, bikin welatê ereban.
Yanî tiştê bi şer nikanîbûn bi dest xin, vê carê dixwazin bi koça Kurdistanê pêk bînin, bigihîjin armanca xwe.Hedefa ereb û tirkan, ji bo ku rojekê Kurdistana serbixwe çênebe demografiya Kurdistanê biguherin, me li welatê me bikin hindikayî. Çimkî qirkirina bi milyona kurdî roja îro ne mimkûn e, lê guhertina nufûsê, bi riya koçê mimkûn e, ereb û tirk îro viya li Kurdistana Başûr û Rojava pir eşkere dikin. Serokên partiyên kurdên Başûr û Rojava jî li vê guhertina demografiya Kurdistanê temaşe dikin, heta piştgiriyê didinê.
Hewlêr, Dihok êdî bûne wek bajarên ereban.Tabeleyên dikan û mekanên ereban jî giş bi erebî ye. Zimanê çarşî û bazarî bi piranî erebî ye.
Belediyên Hewlêrê û Dihokê(belkî yên bajarên din jî) hîn nuh hebûna tabeleyên bi kurdî jî mecbûr kiriye. Gotiye nabe tabele bi erebî ya jî bi zimanekî din tenê be, dibê kurdî jî hebe.
Lê ereb pînc in, kurdî bi herfên biçûk, bi pûntoyên cihê, bi şiklekî zor were xwendin, erebî bi herfên mezin dinivîsin. Belediyê ev hîleya ereban qrdexe kir, got nivîs gerek wek hev bin.
Serokên kurdan li vê dagirkeriya ereban a bi riya koçê temaşe dikin, rê li ber koça ereban nagirin. Bi milyonan ereb amade ne wek kuliyan li Kurdistanê belav bibin û bibin piraniya nufûsê.
Tirkan bi vê riyê demografiya Kurdistana Bakur guhertin, piraniya bajarên kurdan kirin bajarên tirkan.Erzîngan, Xarpêst, Sêwas, Meraş, Meletî, Entab, Erzerom û gelek bajarên din bi riya koçê kirin bajarên tirkan. Ereb jî li Kurdistana Başûr û Rojava eynî tiştî dikin.
Gerek miletê kurd li hemberî vê dagirkeriya ereban bêdeng nemîne, serî hilde, Kurdistan ji dest diçe.
Tiştê ereban nikanîbûn bi şer bi dest xin, bi riya koçberiya siyasî, bi guhertina demografiya Kurdistanê bi dest xistine. Him jî bêteqûreq û bi alîkariya serokên kurdan.
Li gorî çavdêriyên kesên dîtine li Kurdistana Başûr rewş pir xerab e, li çarşî û bazarê ji kurdî bêtir, meriv erebî dibihîze. Piraniya kesên li çarşî, bazarê digerin ereb in, muzîka meriv dibihîze erebî ye. Meriv hîs nake meriv li Kurdistanê ye, li bajarekî kurdan digere.
Ji ber ku nufûsa ereban li Kurdistana Başûr zêde bûye, dest
pê kirine çavsoriyê, serkutiyê li kurdan dikin. Hukûmeta Kurdistanê ya nav heye
ew bi xwe tune ye, serokên partiyên desthilat li hemberî vê felaketa mezin
bêdeng in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar