Kitêba min Rojnivîskên Sirgûnekî û Antolojiya Çîrokên Zarokan Hebû Tunebû ewê li Fûarê hebin, hûn kanin wan li standên DARA û PALLê bikirin.
Gelek weşanxaneyên kurdî bi mesrefeke giran, xwe westandine, hatine ber nigên we mêrdîniyan.Gelî dost û hevalên mêrdînî yên kurdîhez, herin riya xwe bi Fûarê xin, çend kitêban bikirin, ji bo weşanxane zirarê nekin.
Hinek dinivîsin, hinek çap dikin, gerek hinek jî bikirin. Wiha nebe, yanî kitêb neyên firotin çerx nagere, kitêbxaneya me ya netewî zengîn nabe, zimanê me, edebîyata me bi pêş nakeve.
Ji bo ku nivîskar binivîsin, weşanxane çap bikin dibê kitêb werin firotin. Ev jî girêdayî xwendevanan e, dibê kitêbên çap dibin werin firtotin.
.jpg)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar