05 juni 2026

Tirk ji farisan bêtir naxwazin Îran perçe bibe

Ji bo ku Kurdistana serbixwe çênebe tirk li dij in azeriyên Îranê bibin xwedî dewlet. Dibêjin heger Îran perçe bibe, azerî serxwebûna xwe îlan bikin, Kurdistan jî ewê çêbe, wê demê mala me ewê bişewite. Ji bo wê jî gerek em nehêlin Îran perçe bibe.

Erol Mutercimlerê tirk gotiye, akademîsyenekî azerî fikrê min rexne kiriye, gotîye Îran perçe bibe ewê dewleta azerî-tirk ava bibe, çima tu li dijî perçebûna Îranê yî?
Erol Mutercimler jî gotiye:

”Ez bibêjim, perçebûna Îranê çima ne di lehê Tirkiyê da ye. Îran perçe bibe zirara herî mezin, berî her kesî ewê bigihîje Tirkiyê.
Çimkî heger Îran perçe bibe, li wê derê ewê dewleteke azerî-tirk tenê ava nebe, Kurdistanê jî ava bibe, Belûcîstanê jî ava bibe.”

Bala xwe bidinê, ji bo ku Kurdistan çênebe tirk li dijî serxwebûna azeriyên Îranê ne, naxwazin Azerbeycan bibe dewleteke serbixwe.

 Ji bona li tu derê Kurdistan çênebe tirk amaden e her tiştî bikin. Heger hewce be ewê bi farisan ra şerê azarîyan jî bikin.

Ev ne dîtina Erol Mutercimler tenê ye, sîyaseta dewleta e jî.
Lema jî gerek her kurd bizanibe neyarê me yê herî har, herî talûke dewleta tirk e, tirk in.

XXX

 Alîkarê Devlet Bahçelî, Semîh Yalçin gotiye wan MHP Wîlayeta Rihê û 13 rêxistinên navçeyên din giş fesh kirine. Û yekî bi navê Osman Mutlu kirine serokê MHPya Rihayê.
MHP li Rihayê bi piranî di destê ereban da ye. Devlet Bahçeliyê gurê pîr çima ev operasyon kiriye nayê gotin.
Bi piranî kesên çete, bertîlxur, sextekar, duzenbaz dibin MHP. Ji bo ku zengîn bibin, bi alîkariya MHPê ji dewletê bixun.
Dewleta tirk ji berê da ye endam û alîgirên MHPê wek çeteyên dewletê tên sivîl bi kar tînin. Bi taybetî jî berra kurdan didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar