06 juni 2026

Rahmî Koç 95 salî ye, lê hîn jî merivekî cilq û bêedeb e !

Rahmî Koç yek ji tirkên herî  zengîn e, xwedî holdîng e, 95 salî ye, lê hîn jî kamil nebûye, zirzopekî li dera hanê ye.

Rahmî Koç, do li Îzmîrê, di vekirna nexweşxaneyekê da bi navê henekê, li hemberî jinên kurd bêedebîyeke pir mezin kir.
Vî bêedebê xirifî cilqiyeke mezin kir, got:

-Tuxtor li derdê jina kurd guhdarî kiriye û jê ra gotiye:
”Xanima delal, here pişt perdê xwe tazî bike.”
Jinekê jî gotiye:
”Tuxtor beg, berê tu xwe tazî bike.”
Yên li dorê, Bînalî Yildirimê kurd, demakê bûbû serokwezîrê Tikriyê, giş dikin heke hek, dikenin. Kes bi vê cilqî û bêedebîya Rahmî Koç nerhet nabe.
Henekên wiha anonîm in, meriv nake malê miletekî. Lê gava meriv irqçî be, neyarê kurdan bibe, dibêje jineke kurd.
Mêrik 95 salî ye, merivê Tirkiyê yê herî zengîn e, lê aqilê mirîşkekê di serî da tune ye, edeb û kultura zarokekî 5-6 salî jî pê ra tune ye. Bi vê cilqiya xwe ne tenê cahiliya xwe, neyartiya xwe ya li hembrî kurdan jî nîşan daye. Dibê kurd bêdeng nemînin, siyasetmedar û parlamenterên kurd, partî û akademîsyenên kurd vî çeqelê xirifî rexne bikin û jê daxwazê uzrê bikin.
Çawa ku dêla kûçik rast nabe, merivê bêedeb jî terbîye nabe. Tu merivê bêedeb çiqasî terbîye bikî jî bêfeyde ye, çimkî bêedebî, zirzopî di xwîna wî da heye.
Ji bo wê jî Rahmî Koç di 95 saliya xwe da jî hîn kamil nebûye, hîn merivekî  zirzop e û  cilq e. Çimkî heyvanê wî xerabe ye. Ji hesinê pîs şûrê baş çênabe.
Lê sûcê siyaseta tirsonek, ya xulamok ya hin partî, siyasetmedar û serokên me jî di vî warî da heye. Şelafiya wan a ji tirkan ra cesaretê dide tirkan heqaretê li me bikin. Rahmî Koç ne yê pêşî ye henekê xwe bi kurdan dike, wan biçûk û nezan dibîne, gelek tirkên din jî heqaretên ji viya mezintir li kurdan kirine. 
Edeb, terbîye wek nihmetek baş û xweş e, bi her kesî ra tune ye. Ne sal, ne zengînî, ne jî perwerde merivê bêedeb terbîye nake.

Mewlane gotiye:
-Edeb, tercumanê aqil e. Her kes bi qasî edeba xwe baqil e, bi qasî aqilê xwe bi şeref e, bi qasî şerefa xwe hêja ye.
Rahmî Koç jî ji ber vê cilqî û bêedebîya xwe ne hêjayî jinên kurd tuyî ruyê wî bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar