Her se(her kûçik)li ber deriyê xwediyê xwe direye. Ev biwêj, teşbîh gotineke pêşiyan e. Rast e, lê hin caran eksê wê jî heye.
Gelek segên me ji bo kurtêl, kulûc û çend hestîyên zêde terka me kirine, çûne li ber
deriyê dijmin direyin; bêyî şerm bikin rozetên neyarên qewmê xwe bi sînga xwe
ve dikin.
Fena meriv bibe hevalê qatilê bavê xwe.
Got, ji min keto, bi min keto. Yên me jî bi me ketine, karê dijmin rehet dikin.
Reyina/ewtîna wan a li ber deriyê dijmin, neyar xurt kiriye, rehetiyek
daye neyar.
Hetanî ker hebin yên palik lêkin pir in...
XXX
Tu hespê li rex guhdirêj girêdî ya ewê bibe tîzokî/zîtokî ya
jî ewê bibe gezokî. Û ew jî ne bes e, ewê fêrî tirr û fisan jî bibe.
Ji bo wê jî dibê meriv bi kesê xerab ra teşrîkîmesaî neke, pê
ra ranebe û rûnene.
Pîsan, xeraban, tirsonekan xwe jî, em jî hetikandin.
Te hevaltî kir bi mêrekî çê ra bike. Nedin dû merivên xerab,
ne layiqî pêşengiyê.
Yê rêberê wî qijik be ciyê herê sergo ye.
XXX
Her parî tê cûtin, her gotin nayê gotin. Her mange tê dotin,
her xeber nayê gotin.
Carnaanya baştir meriv devê xwe bigire, ji xwe ra li tiştê
diqewime sêr û temaşe bike. Çimkî tu tesîr û giraniya gotinê tune ye. Kes nabêje
dewê min tirş e, her serok berê tevşo dide xwe.
XXX
Heqiyê dest neheqiyê da barebar e. Kesên bi heq,
welatperwer, azadîxwaz di destê hevalbendên dewleta dagirker da perîşan bûne.
Mêrikan him hevalên dijmin in, him jî zimanê wan hirinekê
dirêj e, welatpeweran rexne dikin, dibêjin hûn çima nabin hevalên me?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar