Partiya irqçî, neyarê qewmê kurd MHPê li Diyarbekrê 500 rozet bi kurdan ve kiriye.
di tarîxê da kurd tu carî hewqasî bêşexsîyet nebûbûn, ji kurdayetiyê hewqasî
dûr neketibûn.
Di vê rezaleta mezin da bêguman rola Evdila Ocalan, pesnên wî yên ji bo serokê
MHPê Devlet Bahçelî pir e.
Çimkî serokê kurd yê herî mezin, partiya herî xurt bûye bûye dost û mitefikê MHPê, xelkê çima ji endametiya wê şerm bike?
Gava tu neyarê xwe yê herî har wek dost teqdîm bikî, xelkê jî ji hevaltiya MHPê îmtîna û şerm neke.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye. Îmam tirr û fisa bike, cimatê jî bi xwe da berde, xwe bihetikîne.
Rezaleteke mezin e. Siyasetmedarên bêşexsîyet, tirkparêz kurd xistin vî halê giriyê meriv tîne.
XXX
We ez jî kirim dijminê gîhaneka, zamîra "KU"yê
Nûdem Hezex ne neheq e bûye neyarê gîhaneka, zamîra ”KU” yê.
Ezê navan li vir rêz nekim, lê belê piraniyeke zêde ya kesên
bi kurmancî dinivîsin ”KU”yê li ciyên qet ne hewce ye bi kar tînin û him jî pir
bi kar tînin.
Hewce, ne hewce, cumleyekê bêyî ”KU” ava nakin.
”KU” kirine jokêr, di her cumleyê da du sê heban bi kar tînin. Dibê meriv hinekî dîqet bike, ”KU”yê wek jokêr zêde bi kar neyne. Zimên xera dike. Heger hûn nivîsa xwe bi deng bixwînin, hûnê bibînin bê ”KU” nivîsê çiqasî ne xweş dike.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar