Min çend şiîrên Turgut Uyar wergerandin kurmancî. Turgut Uyar şairekî tirk e, şairekî bi nav û deng e.
Min ji van şiîrên camêr pir hez kir.
Jixwe şiîrên Turgut Uyar hema hema gişk xweş in, gişk wek aforîzmeyan, wek gotinên pêşîyan in. Di medyaya sosyal da şiîrên herî zêde tên parvekirin.
Hêvî dikim kêfa hin xwendevanên min jî ji wan ra were.
Ji cumleyên sê nuxteyî hez dikim
Di qedeha xwe da ji çaya xwe ya nîvçemayî…
Ji cixara xwe ya nîvçemayî…
Ji gotinên nehatine gotin, di nabêna du lêvan û dil da mane…
Ji evînên nîvçe mane…
Ji te…
///Turgut Uyar
-Ji min ra tiştekî bibêje, wek destpêka biharê…
Mesele, kulîlkan veke, ya jî bibare hundurê min wek rahmekê, ya jî bi keskesor
be, ruhê min bipêçe…
Tiştekî bibêje, bira derbas bike gotinê, bira dil himêz bike…
Tiştekî bibêje,
mesele li ba te me…
///Turgut Uyar
Bi şiklekî digihîjin hev
Belkî yek baa dide,
belkî yek dipê, lê belê miheqeq digihîjê…
///Turgut Uyar
-Ji her tiştî piçek dimîne”, dibêjin hinek
Bi piranî bi heq in
Di qewanozê da hinek qahwe
Di qutyê da hinek nan
Di însên da hinek êş
Di însên da hinek bextewarî…
///Turgut Uyar
-Binêre viya qet ji bîr meke; her kesê çavê xwe digre
ranakeve,
her kesê xatir dixwaze jî
çûyî hesab nabe.
///Turgut Uyar
-Dilê min seeteke xerabe ye,
rojê du caran rastiyê dibêje,
herdu jî ne…
///Turgut Uyar
-Ez esas her tiştî dû ra fêr bûm.
Her kes her kesî dû ra fêm dike,
ez viya jî dû ra fêr bûm.
///Turgut Uyar
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar