11 juni 2026

Meriv bibe hevalê dewleta dagirker li hemberî zulma li miletê xwe bêdeng dimîne

Got dimrim, dibehecim, ceh jî dibêje ez birinc im. Him bûne heval û mitefikên dewleta dagirker, li hemberî zulma li miletê wan dibe tim kerr û lal in, him jî di medyaya sosyal da pesnê partiya xwe didin, kesên welatparêz, serxwebûnxwaz rexne dikin.

Dewlet çi zulmê li kesên ne ji wan dike dengê xwe nakin, rojekê zulma dewletê rexne nakin, lê dîsa jî di meclîsa tirkan da xwe nûnerên kurdan dihesibînin.

Îslamîstên me ji me ketine, bi meketine; kurd in, bi rayên kurdan çûne meclîsa tirkan, lê tu carî kurdan naparêzin, dewleta dagirker rexne nakin.

XXX

Li Kobaniyê eşîrên ereb êrîşî gundên kurdan kirine, şer berdewam e.

”Eşîrên ereb” bêyî haya hukûmetê êrîşî kurdan nakin.

Ereb gava bibînin kurd zeîf in, bêsîleh in ewê êrîş bikin. Di viya da kane tiliya tirkan jî hebe.

Meriv sîlehên xwe teslîmî erebên çete bikin, bibin leşkerên Sûriyê netîceyê ev be. Gerek kurdan hêza xwe ya leşkerî biparasta. Hêvî dikim şer mezin nebe, bi sedan kurd neyên kuştin.

XXX

Defa ber kerran, çira ber koran, tu carî nabe rindî û qencî, feydeyê nagihîne wan. Çimkî kerr nabihîzin, kor nabînin. Serokên me li hemberî gefa li ser miletê wan xwe kerr û kor kirine, tu çi dibêjî deng naçe wan, di ser guhên xwe ra davêjin û ji nedî va tên.

Gurên har çarhawêlî me girtine, wek milet em di bin gefeke mezin da ne.

Serokên me, partiyên me hîn jî destên xwe nadin hev.

Dijm in li talanê me xistiye, welatê me gav bi gav ji medistînin, serokên me hîn xwe li hev radikşînin, kum li hev hûç dikin.

XXX

Çima tu tahm didî?

Feqîrekî diyarbekrî li hinda Zinarê Fîsê hilkişiyabû ser sûrên Diyarbekrê, destê xwe berbî hewa vegirtibû, li ber Xwedayê xwe digeriya, jê alîkarî dixwest; digot:

-Ya rebî Tu halê min dibînî, ez perîşan im. Erebeyekê û hinek pere bide min, min ji vê perîşaniyê xelas ke. Tu çiqasî didî bide, ez razî me.

Bîstek derbas bû, bayekî gurr, bahozekê dest pê kir. Feqîro ji ser Zinarê Fîsê totî jêr bû. Dema totî jêr dibû, digot:

-Ê Tu nadî mede, çima tu min tahm didî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar