11 juni 2026

Qedera ferdên miletê bindest koçberî, hefs û zindan e

Miletê bêdewlet bindest e, tim perîşan e, wek peza li çolê, ji kerî mabe nêçîra guran e.
Miletê bindest tim di bin êrîşî da ye, tim mecbûrî koçberiyê û revê ye. Miletê bindest li welatê xwe ne azad e, jiyana êsîran dijî.
Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad ji ber hin parvekirinên xwe yên di medyaya sosyal da hat girtin, berê cezayê hefsa malê danê.
Piştî hat berdan, ji ber ku li ber edlîyê şelfîyek girtiye dîsa hat girtin. Pûlisê tirafîkê midaxele kir, got tu nikanî li vir risim bigirî.

Ferîd Azad bi tirkî napeyive, ji ber ku bi pûlis ra bi tirkî nepeyivî, komek pûlis lê kom bûn, ew û sê hevalên wî avêtin ji erdê da, destên hersiyan li pişta wan kelemçe kirin, birin emnîyetê.

Ferîd Azad û hevalekî wî tewqîf kirin, herduyên din berdan.
Çima ev zulm li Ferîd Azad û hevalên wî kirin?

Çimkî Ferîd Azad kurd e, bi tirkî napeyive. Di medyaya sosyal da çend gotinên ne li gorî dilê tirkan belav kiriye.

tirk li ser kurdan çi bibêjin, çi heqaretê li kurdan bikin nayên girtin, lê kurdek gotineke ne bi dilê tirkan bike tê girtin.

Tirk bi kurdî nizanin nayên girtin, lê kurdê bi tirkî nepeyive tê girtin.
Dewlet ne ya te be, tu bindest î, zimanê dayika te jî dibe sûc, pûlisên dewleta dagirker dibêjin çima tu bi zimanê me napeyive?

Dewleta dagirker zimanê miletê bindest qedexe dike. Zimanê were qedexekirn, zarok pê perwedrde nebe bi wextê ra dihele, kultur, edebîyat namîne, dibe ya miletê serdest.

Bi milyona kurd asîmîle bûne, nikanin bi zimanê xwe tu berhemekê bidin. Ji kultur ûedebîyata, muzîka tirkî ra xizmetê dikin.

Miletê bêdewlet wek însanê bêkes e, bêpişt e, ne li hundur, ne li derve nûnerên wî, xwediyê wî tune ye, di tu dezgeheke navnetewî da temsîl nabe. Ji bo wê jî tirk bi kêfa dilê xwe zulmê li me dikin, me digrin, dixin zindanan.

Kurdê bibêje ji me kurdan ra dewlet ne lazim e, hevalê dijmmin e, dixwaze kurd bihelin, bibin tirk. Kesên wiha nekin nûnerên xwe, ji nava xwe biqewitînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar